Yûsif, welatiyên Xiristiyan ên dest j welatê xwe berdan rexne kir û got pêwîste vegerin welatê xwe û wekî Kurdan di çarçoveya xeta sêyemîn welatê xwe ava bikin.
’Ew şoreşgerên rast in’
Welatiyê Katolîk ê ji pêkhateyên Ereb Yûsif Bîcon bavê 3 zarokan e û ji 17 salan ve li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî. Bîcon ê 48 salî bavê 3 zarokane. Salek berê bi kurê xwe yê bi navê Corc re salek berê tevlî nava hêzên Asayîşê yên taxa Şêxmeqsûd bûn. Yûsif destnîşan kir ku dema wî dît hêzên Asayîşê hemû pêkhateyan û cihêrengan diparêze biryar da û beşdarî nav xebatên wan bû. Derbarê tevlîbûna xwe de Bîcon wiha got: ˮEv sê salin hêzên Asayîş ê ji bo hêviyên hemû welatiya hişyariyê dikin. Ew şoreşgerên rast in, ji ber wê min biryar da ku ez û kurê xwe tevlî nava Asayîşê bibin. Ez bi tevlîbûna nava hêzên Asayîşê serbilind im.ˮ
Xiristiyanên koçber bûne rexne kir
Yûsif Bîcon welatiyên xiristya ên li ji hemû herêmên Sûriyê koçber bûne rexne kir û got: ˮPêwîste birayên min ên xiristyan dest ji welatê xwe bernedin, pêwîste li herêmên xwe bimana û wekî kurdan xeta sêyemîn ji destpêka şoreşê ve bişopandana.ˮ
Kurê Bîcon Corc yê 19 salî da xuyakirin ku ew wekî welatiyên Xiristiyan dixwaza avakirina Sûriyeke demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan diparêze bê avakirin û ev tişt anî ziman: ˮSûriya ne tenê ya Ereban e yan a Mislimanan e jî. Di Sûriyê de bi sedan mezheb û netew dijîn. Pêwîst e, Sûriyê ya hemû gelê Sûriyê be.ˮ
’Şêxmeqsûd wê bibe mînak’
Corc jiyana hevbeş û biratiya gelan a taxa Şêxmeqsûd pesinand û wiha dom kir: ˮDi taxê de gelek aliyên siyasî, civakî, leşkerî û ewlekarî hatine avakirin. Hemû ji nava civakê bi xwe derektiye. Di hemû sazî û dezgehan de hemû pêkhate cihê xwe digirin. Bi rastî mînaka li Şêxmeqsûd pêwîste bibe mînaka çareseriyê ya hemû Sûriyê.ˮ Di dawiya axaftina xwe de Corc bang li ciwanên hemû pêkhatyên Sûriyê kir ku dest bi din hev û li dijî hemû sîstemên zilm û zorê derkevin û parstina Sûriyeke demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan biparêze bikin.