
SÊRT: Li Sêrtê nimêja înê li ber Şaredariya Sêrtê hate kirin. Cîgirê Şaredarê Sêrtê Musa Kurhan û rêveberên BDP'ê jî bi welatiyan re ref girêdan. Mele Mehmet Polat bi kurdî xutbe xwend û got ku ola îslamiyetê oleke aştî, xweşbinî, biratî û edelatê ye û hemû misilman bira ne. Polat destnîşan kir ku şertê biratiyê jî zilmnekirina li hev e û divê pirsgirêk bi aştî û biratiyê bê çaresirkirin. Li Misircê jî nimêj li avahiyeke înşetê de hate kirin.
ÊLIH: Li Êlihê nimêja înê li baxçeyê çayê ya Şaredariyê de hate kirin û bi sedan welatiyan ref girêdan. Mele Ahmet Eşîyok nimêj da kirin û welatiyan operasyonên ku têne kirin şermezar kirin xwestin operasyon bi dawî bibin.
RIHA: Li Rihayê bi dehan kes ji bo nimêja înê kom bûn. Nimêj li ber avahiya BDP'ê hate kirin û beriya nimêjê mele Mehmet Çîçek bi kurdî weaz da. Çîçek got ku hemû mumîn bira ne û mumîn xwîna hev narijînin heke birijînin ew kes dê ji ol derkeve. Çîçek weaz bi duayê bi dawî kir û xwest li hemû cîhanê aştî pêk bê. Li Serêkaniyê jî welatiyan li Bazara Semtê nimêja înê kirin.
MÊRDÎN: Bi hezaran welatiyan li navçeyên Nisêbîn û Dêrîk ên Mêrdîn hatin cem hev û nimêja înê ya sivîl kirin. Mela Ahmet Baştaş di nimêja înê ya li Dêrîkê de weaz da û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê welat ber bi salên 90'an ve bir. Di bin navê şîdetê de li ser erdnîgariya kurdan hemû rêbazan bikartînin. Gundan dişewîtin, bûyerên kiyar nediyar pêk tînin û bi îşkenceyê gel dijîn."
AMED: Li Amedê jî nimêja înê ya sivîl li Qada Deriyê Çiyê hate kirin. Nêzî 2 hezar welatî tevlî nimêjê bûn. Di nimêja vê hefteyê li gel polîsên sivîl polîsên hêzên çewîk û TOMA jî li qadê hatin bicîhkirin. Nimêj ji aliyê Rêveberê DÎAY-DER'ê Mele Kutbettîn Kiliçli ve hate kirin. Kiliçli bi kurdî weaz da û xwest ku operasyon bi dawî bibin. Li aliyê din xebatkarên SÎM Prodoksiyanê ku li Qadê Nimêjê di kişandin ji aliyê polîsan ve nasnamê wan hatin kontrol kirin. Li navçeya Ferqînê ya Amedê jî nimêja înê hate kirin. Li navçeya Bismîlê jî welatiyan li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç nimêja înê kir.
WAN: Gelek welatî li Parka Ehmedê Xanê hatin cem hev û bi pêşengiya Mela Abdullah Adlî nimêja înê kirin. Di nimêja înê de bi kurdî weaz hatin dan.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî li ber Konê Çareseriya Demokratîk nimêja înê hate kirin. Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û gelek welatî tevlî nimêjê bûn. Nimêj ji aliyê Mela Zekî Çîftçî ve hate kirin. Li navçeya Bazîd a Agriyê, navçeyên Milazgir û Kopê yên Mûşê jî nimêjên înê hatin kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN