Dîdeban
Romanya li herêma Balkanan welatekî xweşik, rengîn û balkêş e. Gelê Romen ku ji dîrokeke dûr, ji şaristaniya Roma û Latîn tê, di nav demê de li Balkanan çandeke resen û xweser afirandiye. Her wisa têkelbûna çanda Qereçiyan jî folklor û muzîka vî welatî rengîntir kiriye. Edebiyateke dewlemend, newa û folkloreke xurt a Romanyayê hatiye himatê.
Romanya nivîskar û hozanên wek George Enescu, Ion Luca Caragiale, Mîhaî Emînesku, Panaît Îstratî derxistine.
Partiya Romanya a Mezin doza xwe wek doza Kurdan dibîne. Dibêje; welatê me jî hatiye parçekirin. Li gorî îdiaya wan Moldawa beşek ji welatê wan e û di nav lîstik û xirecirên şerên cîhanî de hatiye desteserkirin. Her wisa herêma Transîlvanya jî ji bo wan cihê niqaşê ye. Bi rastî di navbera Romen û Moldovenan de bi tenê alfabe cuda ye (Kîrîl û Latîn) wekî din wek miletekî ne.
Li deverên ku hindikayî lê dijîn (wek sinorên Macar) heta bi lewheyên li ser riyan jî bi duzimanî hatîn nivîsandin.
Li Romanyayê gelek aliyên ku dûşibine Anatolya û Mezopotamyayê hene. Di serî de avhewa, havîn û zivistan, wisa jî ji xwarinê heta bi karakterên mirovan pir nêzîkê hev in. Di nav karakterên Romenan de dizî wek ya destpêkê tê hişê mirovan, lê eger her kes di xodîkê (eynik) de li xwe binêre dê bibîne ku miletên din jî dem bi dem ne kêmî Romenan bûne.
Mirov heta ji Romanyayê ber bi jor ve neyê, bi awayekî diyarker tênagihê ku li xeribiyê ye.
Li Romanyayê bandore Tirkan gelek kûr e; helbet ev sedîsed ne bi şêweyê erênî ye.
Tu devê kîjan Romenî vekî, behsa serpêhatiyên dijwar û sawdar yên serdema Osmaniyan dike: “Sêsed sal welatê me dagir kirin, tecawizê jinên me kirin, mal û warên me talan kirin…”
Li gelek deveran hîna jî li ser lewheyên hilawîstî wiha nivîsandî ne: “Ev dêr ji aliyê Osmaniyan ve hat rûxandin, îkon, xaç, fîgûr û xemlên zêrîn hatin talankirin…Ji bîr meke!”
Di edebiyata Romen de Tirk wek fîgûrên nezan, hov û hêmanên pêkenînê cih digirin. Di axaftina rojane de her mirov herî kêm çend caran behsa Tirkan dike. Wek minûne; yek bi awayekî kirêt cigare dikişîne. Şibandin amade ye: “Fumetz lafel Turko (Mîna Tirko cigare dikişîne!)”
Tiştek carek dudu hat dubarekirin û yê hember tênegihişt, demildest pirseke henekî dikin: “Ma tu Tirk î? Çima tu fahm nakî?!..”
Hind caran Kurdên me digotin, em ne Tirk in, vêca Romenên ji babetê haydar pirs dikirin. Hûn Kurdên kîjan aliyê ne, eger gotibana em ji Bakur in, Romen dikeniyan...
Di gelek stran û sirûdên wan de şer û lehengiya li dijî Tirkan tên gotin: “Yew ambatut la Turko…Turko zîçe eman eman!...Min wisa li Tirko dixist ku Tirko (Qîr dikir) digot; eman eman û direviya…”
Di salên piştî ketina pergala Nîkolay Çawuşesku de li gel gelek biyaniyan Kurdan jî li deverên curbicur yên Romanyayê kon vedabûn û hêdî hêdî li wir dihatin naskirin. Gelê Romen di rewşeke birçî û jar de dijiya. Teksîajoyên li balafirgeha Bûkreşê fêrî gelek dek û dolaban bûbûn. Gava kesek ji Tirkiyeyê dihat eger Kurd bûya, demildest ji damarê Kurdî ve dest pê dikirin. Ji dîroka barbariya Tirkan bigir heta terora dewleta Tirk a roja me dihatin. Helbet ev gelek li xweşa Kurdan diçû û bexşîşek baş didan wan.
Lê gava yê hatî Tirk bûya vêca heman mirovan dest bi teroristiya Kurdan dikir û dilê xwe bi leşkerên kuştî yên Tirk dişewitandin. Helbet Tirk jî mina Kurdan dilşad dibûn, di encamê yê qezanc dikir teksîajo bû.
Qehremanên dîrokî yên Romanyayê bi giştî yên li dijî dagirkeriya Osmaniyan şer kirîn û canê xwe feda kirine. Mîhaî Vîtezu (Mîhaîyê Wêrek), Tsepeş Voda û Stefançel Mare (Stefanê Mezin)…
Di nav wan de yê ku ji aliyê me ve nas û navdar e Tsepeş Voda ye (1431 Segeşvar, Hungaria – 1476 Bûkareşt) sembola hiqûq û welatperweriya gelê Romen e, lê Tirk jê re dibêjin Voyvodayê Bi Sîng (Kazikli Voyvoda)…
Di sala 1999´an de komelaya Kurd li bajarê Konstansayê li kolana Strada Tsepeş Voda bû. Gelek Romenên dostên Kurdan dikeniyan û digotin; we ev kolan bi zanebûn hilbijartiye. Lê di rastiyê de ne wisa bû, bi tenê tesadûfek bû.
Tirk Tsepeş Voda wek xwînmij, vampîr û dijminê Tirkan didin nîşan. Lê ew li Romanya wekî lehengekî neteweyî yê her dem jê re rêz tê girtin e. Tsepeş li dijî Osmaniyan şer kiriye, li gorî rîwayetan leşkerên Osmanî li sîngan dixist û wd…Romen jî dibêjin, heyran…çi karê Osmaniyan li welatê me hebû? Ma me avgulê li riya wan reşandibû?!.. Efsaneyên derbarê Tsepeş Voda de kiriye ku wek Dracula jî bê navandin. Gelek berhem û heta film jî li ser hatine çêkirin. Her kes li gorî xwe navekî lê daniye lê ji bo Romenan Tsepeş derebegekî xwedan dad û edaletê bûye; di tesîskirina hiqûqê de xwedî kedekî mezin tê hesibandin. Temenê wî di nav şerê li dijî Osmaniyan de derbas bûye. Di encama têkoşîneke dûvdirêj de ji aliyê mîrekî romen yê bi Osmaniyan ve girêdayî tê kuştin. Gava serê wî yê jêkirî li Stenbolê tê pêşandan. Tirk wiha dibêjin: “Herî kêm bîst hezar leşkerên Osmanî sîng kiribû….”