‘Bi pereyan huner nabe’
Ozdemîr got: „Li îspanyayê qatlîama ku di 1940’an li Guernîkayê çêbû ji bo wêneyê wî bê çêkirin Francoyê faşîst pere daye lê kesekî xêz nekiriye. Lê Picaso wêneyê Guernîkayê xêz dike. Lê ev wêne li Lituanya, Îtalya û Rûsya û Îngilistanê hatiye pêşandan. Piştî ku Franco dimire Guernîka li Îspanyayê tê pêşandan. Lê heta ku Francoyê faşîşt li Îspanyayê bû nehat pêşandan.“ Ozdemîr got ku divê hunermend li gorî bihistiyariya civakî tevbigere û hunermend alîgirê aqil û zanistê be û ifadeyên „Min ev xebat ji bo şermezarkirina qatlîama Pirsûsê çêkir“ bi kar anî. Ozdemîr da zanîn ku wêneyên wî yên têkîldarî 12’ê Îlonê û bûyerên Geziyê li Navenda Hunerê ya Hemdem a Enqereyê hatiye pêşandan. Ozdemîr ê ku got ew „Bûyerên civakî yên wekî Hrant Dînk, Roboskê, Pirsûs û Madimakê dike mijar çêkiriye“ anî ziman ku ew van wêneyan nafiroşe. Ozdemîr wiha axivî: „Wêneyên ku tên firotin li malê heps dibin. Ji ber ku wekî meta tên dîtin nafiroşim. Ji bo ku bigihîje gelek kesan ez wan di bernameyên civakî û siyasî de nîşan didim. Wêne bi logoya ‘Me êş kiriye şîrîn’ tên pêşandan.
DÎHA/ENQERE