Kurdistan; landika şarestaniyê, li gor belgeyên Somerî û baweriyan warê „Baxê Îrem,“ cihê cara duyem bi keştiya Nûh jiyan lê vejiyaye, lê dagirkerên îslamîst guhezandine dojehê. Bi her awayî hewl didin ku jiyanê lê têk bibin.
Dema pazdeh hezarsal berê peykerên Xirabreşkê (Gobekli Tepe) yên bi nexşên kurdistanî wek kelah û hunera yekem ya mirovahiyê lê çikandin, hê dagirkerên ereb û tirk bê nav bûn, hov bûn, lê îro peravên Anatolya, emîrat û çolistana Erebistanê guhezandine bihuştê, welatê jiyanê jî wêran kirine, wan bêxtên xiniz.
Aliyakî cewherê jiyanê li ser wê xaka pîroz li ber xwe dide, li aliyek jî qaşo bi hêviya lipêmayînê jiyan jê direve, li der û dertûlên dagirkerê tirk datîne, bêhêvî! Xwejîn û xewneroşk têkdiçin, bi şûn ve veger hêvî nade.
Bêhêvî xewnên jiyana Ewropê dibîne, heyiya xwe dike destê şebekeyên xwînxwar, sextekar û gasikên destê dagirkeran. Li keştiyên mirinê bar dikin û noqî binê avê dikin. Encam wêneyê zarokên di xewna bêdawî de, êş û nostalojî.
Kurdistan, dîrok û nalîna jiyanê, di pirtûkên dersan de destnîşankirina xalên dîroka cihanê ye: Pêpilik yek; çemên jiyanê Firad û Dicle, pêpilik du bihuşta Adem û Hewa, pêpilik sê Tofana Nûh – Agirî, pêpilik çar nivisên mixî, pêpilik pênc peykerên Xirabreşkê, pêplik şeş Berxwedan Kobanê ya li dij wehşan. Û sembola pênaberiyê wêneyê Alan li peravê derya Spî. Lê hê jî Kurdistan xwîn digîrî.
Ramandin Pirseşan!?
Divê ev baş bê zanîn, hedefa dijmin ne tenê kuştin, talankirin û wêrankirine, ew dixwazin bi derbiderkirinê, bi xewjînên Ewropayê wê xaka pîroz valabikin, li pey jî bi ereb û tirkan bidin dagirtin. Ango bi gotineke kurt hewl didin ku demografiya xaka Kurdistanê biguhezînin. Lema deriyên sînoran çaravêl girtine, dixwezin bi birçîbûnê bidin revandin.
Baş tê zanîn ku tu car der û dertûlên welatên biyanî ji mirovan re nabe mal. Mirov her demî li ser tirafa agir dimîne. Mînaka herî berbiçav mînaka cihûyan e. Cihû ji du hezar salî zêdetir li Ewropayê bûn. Carê katolîkan ew di kujeriyê re derbas kirin. Herê dawiyê jî Hîtler şeş mîlyon cihû qetilkir û dest danî ser heyiya wan. Heta çanda wan bi zimanê almanan jî afirandibû tev de sotin. Cihuyan hê wê demê têgihîştin ku eger xaka bav û kalan nebe, mirov li ser xaka bav û kalan nejî, bi her awayî têk diçe. Lema xwîna xwe kirin çavên xwe û dewleta Îsraîl damezirandin.
Ê cihuyan dînê wan ê netewî û saziyên baweriyê ew li ser pîyan girtin. Lê baweriyeke wek dîn ku bikane tevahiya kurdan bikelijîne tune, tenê hestê netewiyê melûl û di navbera hêvî û bêhêviyê de li ser devê şûr heye. Kurdên derbasê metrepolên tirkan bûne, di her warî de hatin bişaftin, beşeke wan êdî bi neyartî li binyata xwe dinêre.
Bi gotineke kurt û kurmancî derbiderbûn, der û dertûlên biyanî; ji bo me, çanda me ya dewlemend û resen, zimanê me û heyîya me wek surava sotinê ye. Me ji hemû ra û rîçalên me diqetîne. Divê em bi her awayî hewl bidin ku gelê me li ser xaka xwe bimîne. Derbiderê, pênaberiya Ewropê jî plan û programeke dagirkeran e. Divê her kurd, wê kujeriya kone û bêbext di kesayetiya Alan de têbigihîje. Wê weneyî wek hişyarkirineke tevahiya kurdistaniyan fêm bike. Eger em vê aliyê rastiyê nebînin û dernexin hişmendiyê, wê talûke û kareseta têkçûnê her li derê me be.
Wêneyê Alan dibêje : Ji welatê xwe dernekevin! Hêviya xwe bi der û dertûlên xelkê ve girênedin. Plan, dek û dolabên dagirkeran vala derxin!