Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dayik û bavê Fermandar Ednan Ebû Emced yên li Çerxerêya El-Kura El-Erdiye ya li navenda bajêr asê mayî, rizgar kirin.
Dayika Ebû Emced Wehîde Oso (58) û Bavê wî Ebdilezîz El-Ehmed (62) piştî du salan kurê xwe dîtin û kêfxweşiya xwe anîn ziman û spasiya şervanan kirin.
Dayika Fermandar Ebû Emced got: "Min bawer nedikir ez vê rojê bibînim. Ez ji zilma çeteyan azad bibim û kurê xwe hembêz bikim."
Ev hevdîtina piştî bêhtirî du salan bi kêliyên di wêneyan de jî tevî şadî û kêfxweşiya mirovan hatiye belgekirin.
DICLE EHMED/ANHA / MINBIC