
Nexweşê dil Abdî Aykût, ku li gundê Xerabê Bava bi îşkenceyeke giran ji aliyê hêzên dewletê ve hat binçavkirin, agahî jê nayê girtin. Wêneyên herî dawî yê Abdî Aykût ê 57 salî ku li gundê Xerabê Bava yê navçeya Mêrdîn a Niseybînê hatî êşkencekirin û piştre hatî binçavkirin, li miduryeta emniyeta Niseybînê derket holê.
Abdî Aykût ê ku roja 19'ê Sibatê beriya rakin nexweşaneyê, wêneyên wî li miduryeta emniyetê ya Niseybînê derket holê. Di wêneyan de derdikeve holê ku şopên êşkenceyên ku li Abdî Aykût kirî tê dîtin. Piştî Abdî Aykût derbasî nexweşxaneyê tê kirin. Herî dawî derkete holê ku ji ber deformebûna bedena Aykût ew rakirina nexweşxaniya dewletê ya Mêrdînê beşa cerahiya plastîk.
MÊRDÎN