Wêneyên ku 3 meh berê hatibûn kişandin di medaya civakî de hatin belavkirin. Yekem car şekil û rûyê Ocalan hat dîtin. Wêneyên Ocalan ên hatin belavkirin di nava civakê de kelecanek ava kir. Têkildarî wêneyan û bandora wêneyan ên li ser derûniya civaka kurd nirxandinên cihê hatin kirin. Hîndekar û Civaknas Prof. Dr. Mesut Yegen, cê ewşê nirxand û got, ramana ewil tê hişê mirovan hikûmeta AKP’ê ku xwest wekîlên girtî serbest berde û bi ser neket, ji bo vê kêmasiya xwe rast bike ji bo gelê kurd teselî bike ev nêşe belav kirine. Kurdên ku Ocalan ji bo xwe rêber qebûl dikin û piştî 12 salan wêneyê wî dîtin hem kêfxweş bûn û hem jî xemgîn bûn. Kurd 12 salin rûyê wî nedîtine, piştî demek dirêj be jî û bi riya wêneyekî be jî kêfxweş bûne. Reng û rûyê wene jî girîng e. Îşlikê şîn, porê sipî û pêlava sporê îmgeya Ocalan ji Rêbertiya Kurdan bêtir seknek zanyaran jî nîşan dide.


Gel dixwaze Ocalan bibîne

Yegen, anî ziman ku ji bilî kurdan cemaweriya tevahiya Tirkiyeyê jî ji vê dîmen û dîtinê re amade ne. Yegen, anî ziman ku nêzî salekê ye muzakere tên meşandin û ji bo muzakereyan dîtin jî girîng e. Cemaweriya Tirkiyeyê fêrî muzakereya di navbera Ocalan û Tirkiyeyê de pêk tê de bûye. Yegen, da zanîn ku di nava daxwazên cemaweriyê de ya herî mezin jî azadiya Ocalan e.

DÎHA/STENBOL/AMED/SILÊMANIYE




Wêne têra me nakin

Welatiyê bi navê Mecît Turgay diyar kir ku dema wêneyê Ocalan yê dawî ditiye nekarî rondikê xwe rawestîne. Turgay anî ziman ku wêneyê Ocalan yê nû hat weşandin têkoşîna gelê kurd motîve kiriye û ev motîvasyon ji niha şûn de ji bo Ocalan bigîhêje azadiya xwe tê wateya tekoşîn û xebatek zêde. Turgay got, eger projeyên Rêbertiyê yê pergala Konfederalîzim li Rojhilata Navîn û Kurdistanê pêk bê wê di nava hemû gelan de aştî û biratî pêk bê.  Em dizanin ku pêvajo ji aliyê kêve pêşdikeve û tê parastin. Yên ku Rêbertî dîtine dizanin ku ji bo ku aştî pêk bê çi qas hewldide vê yekê têdigîhêje. Por û simêlên wî bi aştiyê re sipî bû.” Turgay li ser wêneyê Ocalan wiha got, por û simbêlên wî sipî bûne, lê sekna wî ya bi coş û heybet didome. Me wêne dît û em şad bûn lê divê serokê me azad be. Em bi wêneyan têr nabin.”


Wêne hêz da me
Welatiya bi navê Muşeher Ulker jî destnîşan kir ku bi salane wêneyên Ocalan ji raya giştî tên veşartin û dîtina wêne ji bo gel bûye şabûnek. Ulker diyar kir ku demek dirêje di nava hêviya belav kirina wêneyên Ocalan de bûn û her dem ev yek daxwaz dikir û wiha got: “Me rêberê xwe gelek mereq dikir. Ev demek dirêj bû me wêneyê serokê xwe dixwastin. Li gorî me ev wêne li ser hêmê rest bandorê li pêvajoyê dike. Dema me wêneyê serokatî dît me hêzek mezin girt. Wêneyê wî tenê têr nake em serokê xwe li nava xwe dixwazin. Por û simêlê wî sipî bubû lê em gelek bi dîtina wêneyan şa bûn. Sekna wî her wek xwe bû.”