Ev wêne ji sûka Heskîfê ya ku êdî vala ye, hatiye girtin. Ew dîwarê betonî jî ji bo qaşo av nede ser sûkê ye. Ev resmê qirkirinekê ye. Qirkirina mîrateya mirovahiyê di şexsê Kurdistanê de. Ew dîwarê betonî jî bi tenê dixwaze bike ku xelk û alem li wê bendê rawestin û xwedî li mîrasa xwe ya dîrokî û çandî dernekevin. Ev wêne ji berdêla hezaran kesên ji Heskîfê dipeyive. Ew dîwarê beton jî li şûna dinyayê kerr û lal e. Dikandarên li sûkê bi darê zorê ji dikanîn xwe hatin derxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN