Wêneyê bi navê “Keçika bi kolye” dê roja 22’yê vê mehê li mezatê be û li bendê ne ku bi 2 mîlyon dolarî bê firotin. Berî firotinê ji 19’ê mehê heta 22’yê mehê wêne dê ji bo temaşekirina gel bê pêşkêş kirin.

60 sal in li ala xwe vedişêre

Wêne di sala 1929’an de hatiye çêkirin û mêre Frida Kahlo piştî mirina Kahlo ev tablo diyarî jinek ku alîkariya wê kiriye, kiribû. Ew dibêje di sala 1955’an de ev wêne diyarî wê kirine. Ew jina ev tablo di dest de niha 90 salî ye, li Kalîforniyayê dijî û ev 60 sal in vê tabloyê li mala xwe vedişêre. Jina xwedî vê wêneyî îsal ev wêne dabû Mezatxaneya Sotheby û bi vî awayî wêne derketibû holê.

Baş hatiye parastin

Berpirsê hunera Amerîkaya Latîn Axel Stein dibêje “Ev wêne baş hatiye parastin” û van lê zêde dike: “Wêne gelek nû dixuye. Di beşek tarî ya mal de hatiye veşartin û rengên wêneyê gelek zindî ne.”

Çend agahiyên li ser Kahlo

Ew di sala 1907’an de li Meksîko City hatiye dinê, dema zarok bûye felc bûye û di 18 saliya xwe de jî di qezayeke otobusê de birîndar bûye. Di dema dermankirina wê de ku ev dem gelek dirêj dom kiriye bi wêneyê re eleqedar bûye. Ji sisêyan yekê wêneyên wê otoportre ne.


 NEW YORK