Mark Campbell yek ji dostên naweste yê Kurdan e. Campbell ê ku ji Îralandayê ye, li payexta Ingilistanê Londonê ye, dema ku wî li nava arşîva xwe ya wêneyan gelek sal li dûv xwe hiştine, nihêrî, rastî vî wêneyî jî hat. Ji bo vî wêneyî ew wiha dinivîse: “Min ev wêneyê ku ji min we ye min ew wenda kiriye, dît. Sala 1993´yan zarokên ku Ozgur Gundem difirotin yan jî belav dikirin, ew armanca artêşa Tirk û polîsê Tirk bûn, û vê yekê karê wan bi qasî ku em bîr nebin bi tehlûke dikir. Xebatkarên Ozgur Gundemê dihatin kuştin û zarokîn ku ew belav dikirin jî destê wan dihatin birrîn heta tiştên ji wê jî xirabtir dianîn serê wan. Dema ku sala 1993´yan em li Amedê bûn, ev zarokên xort pirr dildar bûn ku nîşanî me bidin ku ew natirsin, û li derveyî ofîsa Ozgur Gundemê bûn rêz da ku nîşanî me bidin ew natirsin. ”
LONDON