Zanyarê Fransî Pascal Coste ku nêzî deh salan e ku bi rêka vê teknolojiyê li ser vê tabloya tije sirr, lêkolînê dike, agahiyên balkêş dan. Pascal Cost diyar dike ku di bin wêneyê esasî de wêneyekî din jî heye. Di encama lêkolîna Coste de derketiye holê ku rûyekî din li pişt tabloya esasî ya ku em dibînin, heye. Heta niha Muzeya Louvre ku cihê ragirtina tabloya Leonardo da Vinci ye hêj îdîeayên Pascal Coste piştrast nekiriye. Tê gotin di lêkolîna Coste de kesek rûniştî heye ku gelekî dişibe wêneya esasî ya Monalîza lê ken li ser rûyê wê nîne.


Sirra Mona Lîza

Muzeya Loouvrê sala 2004’an destûr da zanyarê Fransî Coste ku li ser vê tabloyê lêkolînan pêk bîne. Tabloya wêneyê ya Mona Lîza ku bi ‘Kenê Jokend’ jî tê naskirin, wek berhema hunerî ya cîhanê ya herî tije sirr tê zanîn. Heta niha gelek lêkolîn li ser hatine kirin da ku were zanîn ka ev jin kî ye û çi peywendiya wê bi Leonardo da Vinci re hebûye.

Dîroka çêkirina vê berhemê di navbera salên 1503-1517’an de tê texmînkirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN