“Wêne di rastiya xwe de ayîneke civakî ye,

 li hember tirsê amûreke xwe parastin û hêzê ye.”

Susan Sontag



Ez dibêjim qey E. Zola bû ku digot; “Li gor min heta mirov wêneyê tiştekî nekişîne, mirov nikare bibêje ku min ew tişt bi çavên serê xwe dîtiye.” Bi sedsala 20’emîn, hêza wêneyê gihiştîbû asteke wisa ku êdî rasteqînî bi wêneyan dihate pîvan. Heger wêneyê tiştekî tunebûya bi kurtasî ew tiştekî razber bû, nejidil bû û diviyabû mirov tu baweriyê bi wî tiştî neyîne! 

Bêguman hêza dîtbariyê di vê sedsala me de jî, di asteke herî bilind de ye. Ev rastî bi şerê Rojava careke din derkete holê. Azadiya Kobanî bi bandora çend wêneyan, dijwariya şerê li wir pêk hatibû radixist ber çavan. Wêne yan jî dîtbarî rol û mîsyona xwe ya civakî dianî cî. Bi saya van wêneyan, civakê careke din bawerî bi tekoşîna gel anîbû û bi riya van wêneyan ew jî dibûn xwedî bertek û helwêst. Wêne guhertinek jî çêdikir bi xwe re. Ev wêneyên dihatin weşandin, her wiha dibûn belgeyên serfiraziya gelekî. Dibûn belgeyên têkçûna dagirkeriyê. Têkoşîn û azadî bi van wêneyan dihatin peyitandin di dilê gel de. Beriya wêne yan jî dîmen derkevin holê, bivê nevê di dilê civakê de “şik û guman” diciviyan, lê bi weşandina wêneyan her tişt zelaltir dibû û ew şik û guman yek bi yek hildiweşiyan û belav dibûn wek dijminê ku revî revî ber bi dojehê de direviyan! Ji lewre wêne, “nîşan dida” û hêza xwe ya dîrokî jî bi bîr dixist. 


Gelo wêneyên azadiyê çima ewqas hatin parvekirin?

Mirov ji çi mehrûm be herî zêde dixwaze qala wî tiştî bike. Dixwaze wî tiştî bîne rojevê. Dîsa mirov dixwaze wê kêmasiyê ango valahiyê tije bike. Bi rizgarkirina Minbîcê û bi dîtina çend wêneyên bi bandor re ku hîsên me qul dikirin wek pûnctûma ku Raland Barthesî qala wê dikir, me careke din dît ku li Rojhilata Navîn ev valahî tunebûna azadiyê ye! Çewa ku tê zanîn piştî rizgarkirina Minbîcê di medyaya civakî de wêne ango îmajên nû yên azadiyê hemû malper û rûpel dagir kirin. Azadî çi ye, careke din hate rojanekirin. Tekoşîn çi ye ji bo kîjan armancê ye, carek din hate rojanekirin. Ev nîşaneya tiştekî kûr e li gorî min. Lewre, ev parvekirin û xwedîderketina li van wêneyan, tiştekî ji me re dibêje, “Li Rojhilata Navîn gelek kes TÎyê azadiyê ne!” Li gorî ku em ewqas van wêneyan parve dikin, xuya dike ku em di vê pergalê de zede ne azad in! Xwedîderketin û parastina van wêneyan vê yekê baş nîşanî me dide. Nexwe ewqas parvekirin çênedibûn. Dîsa ev wêne tiştek din jî anîn bîra me, wêneyê azadiyê, wêneyê herî xweşiktirîn yê cîhanê ne. 


Wêneyê azadiyê nayê kişandin, wêneyê azadiyê tê çêkirin.

Azadî, her çiqas bi êş û elem be jî pêkan e. Me ev wêneyê azadiyê dît û hembêz kir. Wêneyê azadiyê nayê kişandin, wêneyê azadiyê tê çêkirin. Bi kedê, xwînê û fedekariyê tê çêkirin wêneyê azadiyê. Îro ro, li Rojava çewa ku jiyan û baweriyeke nû bi pêşengiya jinên Kurd tê birêxistinkirin, wêneyê azadiya gelên bindest jî çepera xwe firehtir dike û çarçoveya xwe dişkîne ango sînoran radike. Ev ji bo vê serdema bi alozî hêviyeke xurt e. Modernîteya Kapîtalîst di dawiya dawîn de wê wek dûpişk bi xwe vede! Ev wêne mizgîniya vê yekê ye. Pêwîst e, hemû kesên ku TÎ’yên azadiyê ne li vê tekoşînê jî xwedî derkevin wek van wêneyên azadiyê.  Lewre di vê pergala heyî de em ne azad û ne jî bextewar in. Ji bo bexwtewarî û azadiyê divê em jî bi rol û mîsyona xwe rabin. Divê em jî hin tiştan red bikin, karibin bibêjin NA! Ji bo em li Rojhilata Navîn jiyaneke nû ava bikin, pêwîst e, her kes êdî destê xwe bixe bin kevir. Nexwe, êdî em nabînin wêneyên azadiyê û li ser rûyên me tu car ken naseridin! Û ya herî girîng, ew cixareya ku em zêde jê hez dikin, ew ê tu tahmê nede me, ew ê li me bibe jahr!

Ne hewce ye ku em zêde dirêj bikin. Heger îro li dinê bûya, ez wek navê xwe dizanim, Delacroîx wê di şexsiyeta şervanên jin de yên ku îro li Rojava têdikoşin, ji nû ve çêbikira wêneyê xwe yê bi navê “Azadiya Ku Rê Nîşanî Gel Dide”

Rojava, riya azadiyê nîşanê mirovahiyê dide. Divê firçe xêz bikin, pênûs binivisînin, kamera bikşînin, hozan biqîrin û wênekêş çêbikin wêneyê vê azadiyê. Berpirsyariya vê demê vî tiştî li ser milên hunermendan hemûyan dike bar.

Pewîst e, hemû hunermend vî barî hilgirin, vê tirs û xofê bişkînin ji bo wêneyên dîtir yên azadiyê…

Herî dawî em Rodî Saîd jî divê bi bîr bînin, ji bo van wêneyan. Wênegir Robert Capa dibêje, “Heger wêneyê we ne baş be, nexwe hûn têr nêz nîn in.” Rodî têr û baş nêz bûye, ji lewra îro wêneyên wî li hemû cîhanê belav bûn. Ji bo van wêneyan em wî jî pîroz dikin.



ARDÎN DÎREN