Bi armanca pênasekirina berxwedanên Kurdistanê, Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava di 22-23’yê Çileya 2016’an de li bajarê Qamişlo pêşangeheke wêneyan bi navê “Ji Sinê heta Kobanê” vekir. Yekîtiyê heman pêşangeh doh li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê bi merasîmekê vekir.


Li tevahî cîhanê belav bikin

Di merasîma vekirinê de Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad a şaxa Kobanê, Dicle Ehmed axivî û wiha got: “Armanca me ji vê pêşangehê ew e ku em peyama berxwedana gelê Kurd li tevahî cîhanê belav bikin. Ev pêşangeh aliyekî berxwedana dîrokî ya Kobanê û her çar parçeyên Kurdistanê vedibêje.” Dicle vekirina pêşangehê li malbatên şehîdan û hemû welatiyên hêremê pîroz kir. Di pêşangehê de 82 tabloyên fotografîk ên 32 rojnamevan û wênekêşan hatine pêşandan. Di nava van tabloyan de wêneyên 5 rojnamevanan “Agirî Yilmaz, Denîz Firat, Rêwan Zagros, Avraz Mihemed Emîn û Mezlûm Bagok” ku di van berxwedanan de jiyana xwe ji dest dane, hatine bicihkirin. 


 KOBANÊ