ONDER POLAT

ANF / BERN

Li Bernê wêneyên ji hepsan û ji derveyê hepsan bi pêşangehekê hatin nîşandan. Pêşangeh heta 27’ê Îlonê wê vekirî be.

Li paytexta Swîsreyê Bernê tîma ‘Hatiye dîtin’ (Gurulmuştur) û koma Red Wêne pêşengeheka wêneyan ku ji 68 girtî û 60 wênegir ji 30 girtîgehên cuda hatine berhevkirin, hate nîşandan.

HDK-Bern, ÎHD Swîsre û Zentrûm 5 pêşengeh li dar xist. Rêveberê Saziya Zentrûm a Navenda Çanda Întegrasyonê, Brikela Andrea û Parêzer Kamile Ocel bal kişandin ser êşkence û binpêkirinên mafên girtiyan ên li girtîgehên Tirkiyeyê. Ocel got, “Divê xwedî li xeyalên girtiyan bê derketin, ji bo em di nava aştî û azadiyê de bijîn, ew li wir in.”

Piştî Ocel ji tîma ‘Hatiye dîtin’, Adil Okay bal kişand ser êşkenceya siyasî û derûnî ya sîstema AKP’ê ya li ser girtiyan.

Piştre bi guhdarîkirina muzîka Koma Lelo û govendê, bernameya vekirina pêşangehê bi dawî bû.

Pêşangeha wêneyan a li Bernê wê heta 27’ê Îlonê saet navbera 14:00-17:00´an de vekirî be.

Pêşangeha Wêneyan a li Derveyî Hepsê û li Hundirê Hepsê a li Swîsreyê wê 29-30’ê Îlonê li bajarê Baselê û 3-5’ê Cotmehê Lozan jî bê lidarxistin.