Hefteya bihurî ji stêrkên nû peydabûyî, heta bi dîmenên Objeyên Firinde yên Nehatin Naskirin (UFO), ji meymûnên Madagaskarê heta bi çiyayên qeşayî gelek wêneyên ji zanistên cihê bal birin ser xwe. Em berê xwe bidin van nûçe û wêneyan.

Di dawiyê de wêneyên UFO´yan hatin eşkerekirin

Sê vîdeoyên rasthatina eskeriya Emerîkî bi UFO´yan re serê hefteya bihurî hatin eşkerekirin. Artêşa Deryayê ya DYE´yê (U.S. Navy) dîmenên ku sirra dewletê bûn êdî ji sirrbûnê derxistin. Di van vîdyoyan de objeyên bê bask ên gelekî bilez (supersonîk) xuya dibin. Ev rasthatina balefirên F/A-18 ên artêşa Emerîkî Cotmeha sala 2004´an û Çileyê sala 2015´an ev dîmen di dema temrînên eskerî de girtin. Heta niha jî ev obje nekarîne bên naskirin.

“Mercanên kozmîk” li fezayê

Li galaksiya cîran stêrkeke ciwan çêdibe û hawîrdora xwe ya kozmîk jî bi vê direngîne bi teqînên hêrsokî, gaz û radyasyonê. Teleskopa Fezayê Hubbleê wêneyên du nebûlayên ciwan (yeka sor û yeka şîn) girtin. Ev nebûla jî li galaksiyeke li dora galaksiya me (Rêya Kadiz) digere û 163 hezar salên rohniyê jî dûrî galaksiya me ye. Her du stêrk jî ji roja me gelekî mezintirin (qederê deh caran ji roja me mezintir in) û ew ewqasî jî dibiriqin. Stêrka di nîvê nebûlaya şîn de qederê 200 hezar carî bêhtir ji roja me dibiriqe. Radiyasyona ji van stêrkan jî di nava gaza li dora wan de van wêneyên harîqulade çêdike. Lêkolînerên NASA´yê bi xwe navê “mercanên kozmîk” li wan kirin.

Mezintirîn çiyayê qeşayî da ser rêya mirinê

Mezintirîn çiyayê qeşayî yê dinyayê dest bi rêwîtiya xwe ya dawî kir. Ajansa Fezayê ya Ewrûpî (ESA) resmê vî çiyayê qeşayî yê bi navê 1-68 ji fezayê girt. Mezinahiya wê niha 5 hezar û 100 kîlometreyên bi çarçik e. Wî berê xwe da bakurê Antartîkayê nav avên germ ên behran. Pisporên qeşayê bawer dikin, ev rêwîtiya dawî ya vî çiyayê qeşayî ye, lê belê ev heliyana wî jî wê bi salan dewam bike.

Ev heywana bi guhan ji ku derket?

Kevintirîn fosîlê ji başûrê dinyayê bû serêşiya zanyaran. Qoqê serî yê bi kunên ecêb, diranên weke ji derveyî dinyayê dibin sedema vê ecêbmayînê. Lê ew li zincîra beridînê ya koma wan heywanên bi guhan a ku ew jî divê yek jê be xira dike. Ev fosîl ê wan heywanên bi guhan e ku îro qeliyane û weke “gondvanî” tê nasîn. Ev heywanên hanê di nava dînozoran de diman. Ji ber diranên wan ên ecêb navê “dehbeyên har” jî tên nasîn. Ev fosîl li bakurrojavayê Madagaskarê hatiye dîtin û 66 milyon salî ye. Mezinahiya wî bi qasî cirdonekî mezin ê bi kîsik e. Lê skelet wisa ye ku lingên wî yên paşê ber bi der ve dirêjkirî ne, yên pêş jî weke yên kitik û kûçikan tên binê bedena wî. Axir bi vî rengî çawa ev heywan dimeşiya, zanyar ji hev dernaxin.

   

Bêhna meymûnên Madagaskarê

Bêhneke weke ya fêkî û kulîlkan a meymûnên Madagaskarê yên nêr heye û ev bi kêr tê ku meymûnên mê berê xwe bidin cem yên nêr. Meymûnên nêr vê bêhnê bi firaqên xwe yên cinsî hildiberînin, piştre jî dûvê xwe pê didin. Piştî vê jî ew bêhnê ber bi meymûnên din ve diavêjin. Berê wisa dihat hizirîn ku ev ji bo diyarkirina erdê dihat kirin. Yanî ji bo ji meymûnên din ên nêr re bibêjin, ev der erda min e. Lê zanyar hîna nû bi ser ve bûn ku ew hin bêhnên din jî çêdikin ji bo cotbûnê dikin di wextê cotbûna xwe ya salane de.

 

 FRANKFURT