Di axaftinên vekirina pêşengehê û wêneyên hatine hilbijartin de têkoşîna jina Kurd a li dij DAİŞ’ê derkete pêş.  

Dêra Protestan St. Egidien a Nurnbergê malovaniya pêşAngeha wêneyan a 9 wênekêşan ku derbarê jinên koçber de projeyan amade dikin kir. Di pêşengehê de hunermend Sonja Hamad bi projeya bi navê, „Jin, Jiyan, Azadî’“, Heiko Roitih , “Rûyên Sûriyeyê“, Erol Gurian, “Bekaa Blues: Ji jiyana keça penaber a Sûriyeyî“, Maria Titwa “Li Iraqê Jinên Êzîdî“,  Hatice Oğur “Li Iraqê Jinên Kurd-Jin“, Emine Akbaba “Li Tirkiyeyê Jinên Sûriyeyî“, Sibylle Fendt “Dewleta Koçberan Almanya“, Nathalie Bertrams “Jinên Libnanê yên hatine jibhir kirin“, Frank Schultze “Têkoşîna Azadkirina Jinên Êzîdî“ cih girtin. 

Pêşengeh heta 20’ê Mijdar a 2016’an wê vekirî bimîne, her wiha li bajarên din ên Elmanyayê jî di demên pêş de wê pêşengeh were organîze kirin.


 NURNBERG