Pêşangeha ku dê 4 rojan vekirî bimîne, bi guhdarkirina helbestên kurdî re dest pê kir. Piştre bi nîşandana sînevizyoneke li ser qetlîamên li Sûr û Cizîrê bal kişandin ser êrîşên hovane yên dewleta tirk a li Kurdistanê. Bêdengbûna Ewropa ya li hemberî van êrîşan jî hat şermezarkirin.
Îl Gîorno yê ku beşdarî mîtîngê bûyî di rojnameya Enrîko Fo de bal kişand ku di Rojhilat Navîn de yên ku têkoşîna herî bi bandor li hemberî DAIŞ’ê dikin tevgerên kurdan in. Di pêşangehê de wêneyên şervanên jin ê kurd û Kurdistanê di nav de cih girtin.
ANF/MÎLANO