Xwendekarê Hunerên Bedew ê Zaningeha Kocaeliyê Mursel Çoban wêneyên wî li Pirsûs û Kobanê kişandî bi pêşangeha li Zaningeha Enqereyê derxist pêş wênehezan. Çoban di pêşangehê de axivî û qala dema ku li Pirsûs û Kobanê mayî kir. Çoban got, piştî 15 rojan li Pirsûsê ma, derbasî Kobanê bûye û axaftina xwe wiha domand: “Min bi Kurdî nedizanî. Dema ku ez çûm Kobanê bi şervanên YPG’ê re çûm eniya şer. Di navbera me û DAIŞ‘ê de 10 deqe hebûn lê ji ber baweriya bi YPG’ê ez bi rehetî radizam.”
‘Min xwest bibim şahidê serdema xwe’
Çoban armanca xwe ya çûna Kobanê, girtina wêneyan jî anî ziman û wiha pê de çû: “Min xwest ez şahidiyê li serdema ku tê de dijîm, bikim. Gelek hevalên min çûn Kobanê. Min xwest bi wê tiştê bizanim ku ew birin wir. Ez diwazim 2 salanli Kobanê bimînin û li wir perwerdeya sînema û wêne bidim.”
DÎHA/ENQERE