Tomasevîc 12 wêneyên destpêkê yên êrişa mixalifên rejîma Sûriyê li derdora Şamê ji bo ser rejîma Beşar Esed girtine. Ev wêneyên wî xelat bi dest xist. Tomasevic bi eslê xwe xelkê welatê Serbian e. Di wêneyên navbirî de dema birîndarbûna serokê mixalifên rejîmê jî hene. Tomasevic di nava hevalên xwe de bi wênegirê pêşîn ê şer tê naskirin. Di wan 12 wêneyan de dema bombebaran kirina mixalifan ji aliyê hêzên esmanî ve jî heye. Di wêneyekî de Tomasevic, mirina fermandarê grûba mixalifî rejîma Beşar Esed jî girtiye ku ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest daye. Kêbirkeya baştirîn wêneyê xeberî her sal di beşa wêneyên siyasî, werzişî û xwezayê de tê li dar xistin û 13 hezar û 686 dolar wek xelat pêşkêşî kesên yekem tê kirin. Herwiha wêneyên yekem di pêşangehekê de di meha Nîsanê de tên pêşandan. 

BasNews