Wêneyên edîtora JINHA ya ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin, Zehra Dogan a girtî wê li Fransayê bê nîşandan.
Wêneyên rojnamevan û wênesaza Kurd Zehra Dogan ku ji ber li Nisêbînê nûçe dişopand û ceza lê hat birîn, wê bibe mevanê Fransayê. Wêneyê Zehra Dogan dê li Mihrîcana Cîhanên Cuda bê pêşandan.
Rojnameger û edîtora JINHA’yê Zehra Dogan bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn. Dogan di 12’ê Hezîrana 2017’an de hatibû girtin. Dogan niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye. Dogan li girtîgehê bi fêkî, team û qahweyê boyaxê çêdike û bi vî rengî tiwalên xwe boyax dike û wêneyan çêdike.
AMED