MAXÎME AZADÎ / ANF / BRUKSEL

Seroka Parlamenta Frankofon (Fransîaxêv) a Brukselê, Julie De Groote got, grevên birçîbûnê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê veguherin hişekî hevbeş.

Julie De Groote, ku Pêncşemê malovaniya konferanseke li ser trajediya jinên Êzîdî kir, li ser grevên birçîbûnê ên bi pêşengiya hevseroka KCD´ê Leyla Guven, axivî.

De Groote got, “Pirseke giran e, balê dikişîne ser xemsariya me.”

De Groote diyar kir, divê beriya her tiştî baş bê fêhmkirin bê mesajên wan çi ne, û got, “Ji ber ku dibêjin, ew amade ne biçin heta dawî.”

De Groote wiha dewam kir: “Dibe ku bê gotin, ‘em ne ji heman civakê ne, lewma me elaqedar nake’. Konferansa Êzîdiyan a îro (Pêncşem) li parlamenê hate lidarxistin, nîşan da ku hişê mirovan şexsî nîne. Divê hevbeş be.”

Divê werin bihîstin

De Groote diyar kir, çalakiyên greva birçîbûnê divê veguherin hişekî hevbeş û got, “Ji bo ev yek bi cih were anîn, pêwîst e hevbeş be. Em tevlî bibin tevlî nebin jî, daxwazên van jinan divê werin bihîstin.”

De Groote got, di mijara greva birçîbûnê de em dibînin ku wêrekiyeke mezin heye û wiha dewam kir: “Di heman demê de mirov bêzar dibin. Ji bo jiyana xwe ji dest nedin, divê em karibin rawestînin. Naxwe wê neyê dîtin û nêzîkatiyeke xemsar bê nîşandan.”

De Groote anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê rêya diyalogê vebe, beriya her tiştî divê du aliyên diyalogê hebin.