Nûr El-Zîb: Em ê li rex QSD`ê li dijî her gefan bisekinin û bi hev re şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê tine bikin. Divê dewletên Ewrûpayê hemwelatiyên xwe wergirin û wan dadgeh bikin.
HEMED EL-MISTEFA / ANHA / REQA
Şêxê êla El-Berîc, Mihemed Nûr El-Zîb li ser tinekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî,dîlê di destê QSD´ê û dedgehkirina wan de peyivî.
Mihemed Nûr El-Zîb destnîşan kir ku ciwan û rûspiyên herêmê dê li rex QSD`ê li dijî her gefê bisekinin û wê bi hev re şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê tine bikin. Mihemed Nûr El-Zîb helwêsta hêzên navneteweyî jî rexne kir û got, “QSD`ê di çarçoveya pêngavên xwe yên li dijî DAIŞ‘ê de bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê dîl girtine. Gelek welatan wergirtina hemwelatiyên xwe red kir. Divê dewletên Ewrûpayê hemwelatiyên xwe yên tevlî DAIŞ`ê bûne wergirin û wan dadgeh bikin.
50 hezar derbas kiriye
El-Zîb diyar kir ku ti dewletek nikare xetera çeteyên li gel QSD`ê girtî, tehemul bike û got, “Hejmara çeteyan û malbatên wan ku di nav kampan de ne, 50 hezar derbas kiriye, dewletên Ewrûpayê û NATO‘yê heger nikaribin barê vê hejmarê weke penaberan rake, gelo çawa barê endamên DAIŞ`ê wê rake.”
Bi fikra tarî perwerde kirin
Mihemed Nûr El-Zîb di dewamê de bal kişand ser xetera hişmendiya çeteyên DAIŞ`ê û got; “Hebûna DAIŞ´ê tenê di warê leşkerî de nîne. Di warê fikrî de jî xeter e. Çeteyan li dijî cihanê bi giştî û gelê Sûriyê bi taybet sûc kir, û hovîtiyên herî xirab li jinan kirin. Zarok li ser şer di nav refên xwe de perwerde kirin û fikra xwe ya tarî di hişê wan de çandin.”
Em li rex QSD`ê ne
Li ser xetera şaneyên veşratî yên çeteyên DAIŞ`ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, El-Zîb got; ”Hêzên QSD´ê bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî rêxistina terorîst li cihanê ji aliyê leşkerî ve tine kir, niha jî ji bo tinekirina şaneyên wê yên veşartî, desteka koalîsyonê pêwîst e. Wek êlên herêmê, em bi yekrêzî li hember her êrişeke li dijî axa me, disekinin. Ji ber ku ciwanên vî gelî şerê DAIŞ`ê kirin û ji bo tinekirina wî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê canê xwe feda kirin.”
Hêzên di QSD`ê de hedef in
Şêx Mihemed Nûr El-Zîb li ser helwêsta Tirkiyeyê jî got; ”Tinekirina çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, Tirkiyê hêrs kir, ji ber wê gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Dibêjin, em ê terorê tine bikin, lê li vir QSD`ê armanc dike. Sedema sereke ya gefan ji bo ku asta operasyonên eskerî yên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê sivik bike. Hewldanên Tirkiyeyê yên li ser vê mijarê têk çûn.”
Em yek bin dijmin nikare me
Di dawiyê de şêxê êla El-Berîc Mihemed Nûr El-Zîb got, “Wek pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi hev re li ser esasê jiyana hevbeş û têkiliyên baş dijîn. Komên terorîst berê hewl dan sazumaniya civaka Sûriyê parçe bikin, lê nekarîn. peyama min ji pêkhateyên herêmê re ew e ku her çiqas em yek bin, ti dijmin nikare li hemberî me bisekine.”