
KCDK-E, ji bo meş û mîtînga 7’ê Çileyê ya li Parîsê, ku wê ji bo şermezarkirina Komkujiya Parîsê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji ber salvegera Komkujiya Parîsê, ku şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez lê hatibûn kuştin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di ser komkujiyê re sê sal derbas bûne û hat gotin, “Di vê sala çaran de wê doza li ser komkujiyê wê di 23’ê Çileyê de dest pê bikira û ji parêzeran re hatibû ragihandin, ku darizandin wê pênc hefteyan bidome. Lê beriya destpêkirina rûniştina dozê, hat ragihandin ku kujer Omer Guney li girtîgehê mirî ye. Eşkere ye ku ev mirin ji ber xwe ve nebûye, Omer Guney beriya destpêkirina dozê hatiye kuştin.”
Destê Fransa jî tê de ye
KCDK-E diyar kir, bi kuştinê re delîlê ku nîşan dide komkujî ji aliyê MÎT’ê ve bi hevkariya dewleta Fransayê hatiye kirin ji holê hatiye rakirin û wiha dewam kir: “Rêxistinên Îstîxbaratê yên dewletên Fransa û Tirkiyeyê, li dijî gelê Kurd helwesteke hevpar a înkarê nîşan dane. Vê rewşê, hêrs, nerazîbûn û daxwaza têkoşînê ya jin, ciwan, gelên Kurdistanê û hemû hêzên li dijî faşîzmê têdikoşin, mezintir kiriye. Ev rewş bûye hincet, ku li dijî neheqî, zilm û komkujiyan têkoşîneke xurtir bê meşandin. Ji ber vê yekê, bi qasî sala 2013’an dema pêkhatina komkujiyê, em ê bi hêrs, nerazîbûn û biryardariyeke mezin a têkoşînê, di 7’ê Çileyê de li bajarê Parîsê bin û ji dewleta Fransayê re bêjin, ku ev komkujî wê nixumandî nemîne.”
Tespîta Ocalan
Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser komkujiyê û hat gotin, “Birêz Ocalan ev tespît kiribû: ‘Ha berdane Sakîne, ha berdane min; ev yek komkujiya duyemîn a Dersîmê ye’. Yên ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û di şer de israr dikin, bersiva dewamkirina siyaseta înkar û tinekirinê bi vê komkujiyê dane.”
Gel hemu vexwendin
Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de ji bo çalakiya 7’ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê hat kirin û hat gotin, “Em bang li jin û ciwanan û tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dikin, ku di çarçoveya plana çalakiyan a TJK-E de di asta herî bilind de tevlî çalakiyan bibin, roja 7’ê Çileyê jî bi biryardariyeke mezin tevlî meş û mîtîna navendî ya li Parîsê bibin.”
Ji FEDA’yê jî bang
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand û got, “Em Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Em ê têkoşîna wan bidomînin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku weke Elewiyên Mezopotamya û Anatoliyê, ew vê komkujiyê weke komkujiya li djiî nirx û baweriya xwe dibînin û bang li hemû Elewiyên li Ewropayê dijîn kir, ku roja 7’ê Çileyê li Parîsê tevlî meş û mîtîngê bibin.
BRUKSEL