BÎRCAN DEGIRMENCÎ / AMED
Şanoya Bajêr a Amedê piştî Festîvala Şanoyê, niha jî zend û bendên xwe vemalîne ji bo festîvala zarokan. Ev yekem car e ku li Amedê festîvalek ji bo zarokan tê organîzekirin. Festîval bi slogana “Destê min li te” bi rê ve diçe. Festîvala doh (yekşemê) destpêkirî wê heta 3´yê Hezîranê dewam bike. Ji bilî pêşandana lîstikên şanoyê, wê xebatên atolyeyê yên mîna wênegirî, drama, mîm, şanoya bûkikan û huner hebin.
Di festîvalê de atolyeya dramayê bi perwerdekariya Ruknettin Gun, Rezan Kaya û Serdar Ugurlu dewam dike; atolyeya wênegiriyê emanetî Kîbar Suvari ye, atolyeya mîm bi Derya Saglam, ya şanoya bûkikan û huner jî bi Mehtap Alişan xwe digihînin zarokan.
Di festîvalê de wekî din Assitej Genç Sahne û Tiyatro BeReZe wê bi çalakiya pirtûkê ya zindî cihê xwe bigirin. Tulîn Saglam wê bi gotara xwe miamele bike bi pirsa “Ma ji zarokê re şano şert e?” re. Konsera Orkestraya Zarokan a Ma Music jî wê bibe yek ji çalakiyên herî xweş û zarokane yên festîvalê. Bernameya mayî ya festîvalê jî wiha ye:
Bernameya festîvalê
28-29-30-31 Gulan 2018
* Atolyeya Mîm
Cîh: Dika Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 10.00 - 16.00
* Atolyeya Drama
Cîh: Atolyeya Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 10.00 - 16.00
* Atolyeya şanoya bûkikan û Huner
Cîh: Fuayeya Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 10.00 - 16.00
1´ê Hezîranê
* Vekirina Festîval û pêşangehê
Cîh: Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 10.00
Filê Şevger/ Aşvan û Kund
* Tiyatro BeReZe (Çalakiya Pirtûka Zindî)
Cîh: Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 11.00 û 14.00
* “Keçelok”
Cîh: Dika Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 17.00
2´yê Hezîranê
* “Masîreşka Biçûk”
Cîh: Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 11.00 û 14.00
* “Orkestraya Zarokan a Ma Music”
Cîh: Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 17.00
3´yê Hezîranê
* “Tişta herî xweş a li dinyayê”
Cîh: Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 11.00 û 14.00
* “Sê ezezok”
Cîh: Şanoya Bajêr a Amedê
Saet: 17.00