SADIYE ESER / MA / MÊRDÎN

Çêkirina bastêqa hejîrên ku zivistanê tê çêkirin, bi çêbûna hejîran dest pê kir. 

Ji fêkiyên havînê, hejîr êdî gihan. Di hejîrê de vîtamînên E, C, A û B’yê hene. Ev hejîr hem tên hişkkirin hem jî rîçala wan tê çêkirin. Li navçeya Mêrdînê Kerboranê, jinan dest bi çêkirina bastîqa hejîran kir. 

Piştî hejîr tên jêkirin, jin wan dişon û dikin du felq. Ji nav hejîrên tên jêkirin ên xerabe tên neqandin û yên saxlem jî li ser agir di mencelekê de, şekir û şîr lê tê zêdekirin û tên kelandin. Piştî vê hejîr du rojan li cihekî hênik tên sekinandin. Herî dawî jî danekî li ber siyê tên sekinandin û dibin bastîq. 

Bastêqa tê çêkirin bi piranî zivistanê tê xwarin.