Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku wesayiteke leşkerî ya ku fermandarê qereqola Qozilî ya Bazîdê tê de bû, hatiye rûxandin.
Navendê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku gerîlayên HPG´ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de, 21'ê Kanûnê li ser rêya qereqola Qozilî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî wesayiteke bi tîpa connectê çalakiyek pêk anîye ku fermandarê qereqola Qozilî jî tê de bûye. Daxuyaniya HPG´ê wiha dewam dike: "Bi derbên xurt ev wesaît hate rûxandin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê gule reşandin."
ANF / BEHDÎNAN