Sernavê nivîsa min, berhemê rojnameya Azadiya Welat e. Di qonaxa ku gele Kurd, dibin dorpêçana êrîşên hevpar, weke, medya, eskerî, diplomatîk û aborî de ye. Pêwiste gelê Kurd jî, xwe bi heman rengî, pirranî bi amurên ragihandina civakî ARC biparêze. Amurên ragihandinê AR, di jiyana mirovan de bûne parçeyek ji jiyane rojane. Kurd, ji pêdiviyên rojane zêdetir, mecbur e ku li hemberî “empoze- kirin”a dijmin,  hêza ARC bi kar bînin.

Medya bûye zimanê serdestan û weke çekê herî dijwar tê bikaranîn. Bi vê mebestê, me gotina “empozê” bikar anî. Azadiya Welat jî, wek  amurê rojane, bi xemla zimanê Kurdî, li dijî “empoze-kirinê” mertal e. Ji ferhanga Kurdî, ji cografya, dîrok, îdeolojî û ji îradeya gelê Kurd  tê xwedî kirin.
Azadiya Welat,  xwerû bi Kurdî  û rojane weşanê dike. Ev giring e. Ziman ne tenê alav û amurê ragihandinê ye. Her peyama ragihandinê bi can dike. Azadiya Welat jî, di weşana xwe de, kûra tejî “heriya kozmîk e”; ji aliyekî ve hişmendiya Kurdîtiyê diafirîne, ji aliyê din ve mirovê Kurd diafirîne.
Li dijî hêza hukumran ya ziman, ku bi riya medya direkt êrîşî mêjiyê Kurd dike, Azadiya Welat bi xemla Kurdî  mertal e.
Zanist dibêjin; ziman, bi çar xelekan dibe amurê hêza serdestan: Yek, bikaranîna zimanê retorîk. Du, zimanê jor û jêr, yanî serdest û bindestan… Sê; zimanê depolîtîzekirina serdestan. Çar, ziman, serdestiya hukumran “aşîna û aşik-î dîdar-î pak” dike.
Ev çar xelek, serdestiya hukumran a polîtîk û civakî, bi riya ziman saz dikin. Riya bikaranîna ziman û ragihandinê jî, amurên ragihandina civakî ARC ne. Di dîrokî de jî hêza bikaranîna gotinên  retorîk tê zanîn. Gelek zanist, vê hêzê bi culture ve girêdidin, gelek jî li dijî derdikeve. Her du alî bi zimanekî hevbeş dibêjin; eger mirov ne bi kultur be, nikare gotinên retorîk, di herk û hunandina hevokên axaftina xwe de bikar bîne. Aliyek jî dibêje, ziman kulturê  diafirîne.
Dîse jî; di-karanîna gotinan de, bi lêvkirina rengê gotinan, bi tuqil-dayina gotinan stratejiya axaftina mirovan destnîşan dike. Ev jî dibe riya ku axaftivan bi gotinan, normên civakî saz dike û wek “avaniyek civakî”, pêşkêş bike. Dema ku mirovan xwe di wê avaniyê de dît, hingî serdestî dikevê destê hukumran.
Di dîrokê de Sezar jî, Çîçero jî mînak in. Ji ber ku li gel van her du hunerbazên axaftinê, rastî ne giring bû. Dema ku gotinên xwe, di çarçoveyeke hîpotezî de vedigotin, mîna efsûnbazan komên xelkê dikirin nava coşeke mezin û li gorî xwe dimeşandin.
Îro rewşeke cûda heye. Her gotin, her axaftin bi kîjan hîpotezan ve werê girêdan, di medya de cih digire û dikevê bin lêpirsînê. Di vê lêpirsînê de, ARC roleke giring dilîze. Di destpêkê de her amura ragihandina civakî, wek amurekî “bê ziyan û pasîf” dihate bi nav kirin. Lê di nava demê de hate dîtin ku, ew amurên pasîf, di destên mirovan de bûne hêza hişmendiya herî bi bandor. Êdî metirsiniyek dijwar û tofanî bela dikin.
Êdî, her ARC yek, buye  xelekek ji hêza meşrû-kirina kiryarên serdestan. Her ARC yek, bûye hêza dizaynkirina ramyariya civakê, bûye rêzanê civakê. ARC, êdî norm, form û îdeolojiya serdestan destnîşan dike. Bi vî rengî tenê rastiya hukumranan radigihê komên xelkê, rastiya aliyê  hember wajî dike,  vedişêre, yan jî  “mulga” dike.
Lê amurên ragihandina civaka Kurd, mîna me li jor di kesayeta Azadiya Welat de vegot, mertalê vê “wajî kirin” û “mulga” kirinê ne. Êdî, qotiya camî, tenê  di destên dagirkerên Kurdistanê nîne. Kurd jî xwediyê  “qotiya camî” ne.    
Sezarê Tirkiye, îro, Serokwezîr Recep Tayyip Erodgan e. Hem bedenî, hem siyasî, hem jî bi devkî!... Her axaftina wî, di televizyonan de, wek axaftina yek-hukumranî û zindî tê dayin. Hemberî ku, amurên ragihandina civakî ARC teva, li Tirkiyê ne di destekî de ne, mixabin di mijara Kurdan de yek in, bi yek zimanî weşanê dikin.
Ji ber vê jî, “îdea” zanistan ku dibêjin:“Xwediyê medya ne mirovek, ne desthilatdariyek bi tenê ye. Her amur û awadana ragihandinê AR bi xwedî ye.” Ev dîtin li cîhanê rast e,  mixabin li Tirkiyê ne rast e.  Medya Tirk, di mijara Kurdan de, exlaq, rêbaz, pîvan û nirxan nasnake.
Bi gotina rojnamevanê Rusî Michale Bakhtîn;  “ragihandina hişmendiya hukumran bi riya ziman”, di medya Tirk de, hevpar û hevbeş e. Di amurên ragihandina civakî ARC de, yan jî di amurên ragihaninê AR de “dabaş” naguhere. Di vê dabaşa hevpar de, gotin,  hevok, peyam û pexşanên bi hiş û raman, bi hewn û hestan barkirî nayê guhertin.
Di vî rengê ragihandinê de, direkt mêjî hedef tê girtin.
Vece, dema ku edîtorê Azadiya Welat, bang li ciwanên Kurd, li entelektuelên Kurd, li zarokên Kurd kir û got;  di demjiyana mobîl medya de, bi “giyanê jiyana azad”, weke rojnamevan tevbigerin, bibin stuna berhevkirin û ragihandina bûyeran di Azadiya Welat de,” ev rastî dianî ziman.    
Dema ku di ekranên televiyzonan de, Tayip Erdogan yek-yekan dihejmêrê, ciddiyeteke bi “felzekeya dozger û polis” di tivêla rûdêna wî de peyde dibe. Mirov fêm dike ku, her gotin û epîstomolojî berhemê polîtîqeya dagirkeriyê ye.
Bi vê mebestê edîtorê Azadiya Welat; rastiya ku, “ziman ne tenê alav û amurê ragihandinê ye; her peyama radigihînin bi can dikin” dît û bang kir. Dixwaze bêje, “ne mirov  ziman diafirîne, ziman mirov diafirîne”.  Dixwaze bêje, “hişmendî ziman na afirîne, ziman hişemendiye diafirîne”.  
Gotina dawî jî, didime edîtorê Azadiya Welat: “Em li benda hemû kesî ne ku bi berhem, nivîs û nûçeyên xwe hêzê bidin rojnameya xwe.”