Edîtor û xwediyê Weşanên J&J’yê weşanger û nivîskar Azad Zal pêr hat berdan. Weşanger û nivîskar Azad Zal bi navê xwe yê li nasnameya fermî Mehmet Gungormuş 29’ê meha borî di çarçoveya qirkirina siyasî ya dewleta Tirk de li ser lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk hatibû girtin. Îdîaya “Endamtiya rêxistinê” avêtibûn ser wî. Piştî girtina wî parêzeran îtîraz kir û dadgeha Tirk ew serbest berda. AMED