Parêzer Seîd mijara pirsgirêkên dadî û hiqûkî yên li Başûrê Kurdîstanê nirxand û got, “Dadgehên me di mijara wergirtina biryaran bi awayekî azad de, ji berê çêtir e. Lê belê zehmet e mirov bêje ev mutleq e. Kêmasî hînê dewam dikin. Bi taybetî, ji ber rêveberiyek xwedî du seriyan, mirov nikarin behsa rewşeke demokratîk bikin. Ji ber vê yekê, ji bo bibin organên biryarên demokratîk û azad, girîng hemû partî êdî bandorê li dadgeriyê nekin.”
Dozger nikarin serbest tevbigerin
Seîd bal kişand ser rewşa dozgeran û diyar kir, ku dozger jî bi awayekî azad nikarin kar bikin, bandora wan gelekî qels e. Parêzer Seîd got, “Ji bo qanûn bi awayekî rast bi cih werin anîn, edalet û heqaniyet serdest be, divê dozger jî bi awayekî azad bixebitin, bi rola xwe rabin. Du partiyên serdest (mebest di vir de PDK-YNK ye) destûr nadin ku dozger bi awayekî baş di çarçoveya qanûnan de kar bikin. Divê dozger, li têkoşîna navbera partiyan rast neyên.”
Seîd ji bo rêxistinbûyîna parêzeran got, “Em xwedî rêxistinbûyîneke sendîkayî ne. Navenda wê li Hewlêrê ye, li Silêmaniyeyê jî şaxekî xwe heye. Ev yek bi temamî ne li gorî dilê me be jî, ji aliyê rêxistinbûyînê ve baş e.”
Her wiha Saîd li ser zor û zehmetiyên parêzer lê rast tên jî ev nirxandin kir: “Zehmetiyên em dikişînin hene. Beriya her tiştî divê gel bi qanûnan baş bizanibe. Mirov mafên xwe yên qanûnî nizanin. Ji ber vê yekê zor û zehmetî jî rû didin.
Wekî din astengiyên siyasî hene. Mînak; nasnameya we ya siyasî, sekna we jî dikare bibe pirsgirêk. Em bêjin hûn beşdarî çalakiyeke demokratîk bûn. Dibe ku ev yek weke pûaneke neyînî ji aliyê desthilatdariya siyasî ve li we bê vegerandin. Hûn li astengiyen cuda rast tên.”
ANF/HEWLER