
Wesfiye Reşad, hevjîna Felakedîn Kakeyî ji ber nexweşiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Wesfiye Reşad, hevjîna Felakedîn Kakeyî, ev mehek e li Hewlêrê li nexweşxaneyê derman dibû, lê belê dermankirinê encam negirt û doh koça dawî kir.
Siyasetvan û nivîskar Felakedîn Kakeyî jî 1´ê Tîrmeha 2013´an ji ber nexweşiyekê rehmet kiribû. Kakayî Wezîrê berê yê Rewşenbîrî yê Başûrê Kurdistanê bû. KCK´ê di peyama xwe ya sersaxiyê de ji bo Kakeyî gotibû, “Felakedîn Kakeyî, rewşenbîr, nivîskar û siyasetvanekî qedirbilind bû ku tevahiya temenê xwe bi gorî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kiribû.”
HEWLÊR