Andoras Yûsif Hena li Qamişlo bi sedan alavên kevn ên ku ji bavê jê re mane, li cem xwe parastine û di mîhrîcan û pêşangehan de nîşan dide. Bi rengekî ji rengan muzexaneyeke wî ya etnografiyê heye.

Andoras Yûsif Hena 62 salî ye û xelkê Qamişlo ye. Ew ji wan kesan e ku mîrateya pêşiyên xwe diparêze û nahêle hema welê bê jibîrkirin. Li mala Andoras 250 parçeyên kevn hene ku ji sed salî bêhtir temenê wan heye. Ev parçeyên hanê berê di jiyana rojane de dihatin bikaranîn. Wî ev parçeyên hanê ji pêşiyên xwe wergirtine. Nîvî ji wan ji bavê wî yê beriya 15 salan wefat kirî, jê re mane. Bavê wî wesiyet lê kiriye ku wan parçeyan biparêze.  Andoras Hena dibêje bavê wî bi dehan parçe ji gundên derdora bajarê Qamişlo kom kirine û wesiyeta parastina wan li wî kiriye.

Bi xweseriyê re dest bi pêşandana wan kir

Di mala Andoras de alavên kevn ên çandiniyê, destar, tenûreke ji heriyê, kewiya cilan, mêzîna zêran, mizrefên destan, destarê text ê ji bo hêrandina qehweyê, çarox, dewlapa avê, zengil, pereyên Sûrî yên kevn û gelek parçeyên din hene. Her wiha radyoyeke kevn, amûreke ji bo wêneyê tîrêjê yê kevnar ji bo pêşandana filmên sînemayê jî di nava vê muzexaneya wî ya navmalê ya etnografîk de hene.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, elaqeya bi çand û mîrateya gel ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve zêde bû. Di vê çarçoveyê de desteyê mîhrîcan û pêşangeh ji bo pêşandana mîrateya herêmê li dar xistin.

Andoras diyar dike ku pêşangeh û mîhrîcanan derfet da wî ku alavên li gel xwe nîşanî xelkê bide. Her wiha çand û mîrateya şêniyan bi wan dide nasandin. Andoras mîrateyên li gel xwe di mîhrîcana dawî ya ku Kevana Zêrîn li Parka Giştî ya bajarê Qamişlo vekiribû, nîşan dan. Pêşangeh bi navê “Werin em bi hev re rojên berê bijîn” hatibû vekirin. Komeleya Ermenî ya bajarê Qamişlo pêşangeh bi rê ve dibir.

Ciwan wan nas nakin

Ciwan van alavan bi pirranî nas nakin, çawa Aram Xelîl ê 19 salî wan nas nake û nizane ji bo çi tên bikaranîn. Lê Nûra Xelîl Îbrahîm a 66 salî bi xwe wan nas dike: “Dema em biçûk bûn dayikên me amûrên kevn wekî tenûr, bîro, tevn û hwd çêdikirin û me bi kar dianîn. Lê niha nema tên bikaranîn. Lê hîna ew alav û çawaniya bikaranîna wan, tên bîra min.”

Nûra piştre dibêje, “Di wê demê de her tişt me bi destê xwe çêdikirin, tişta me diçand me dixwar. Ji kaniya gund me vediwar, alavên cotkirinê û mal me bi destê xwe çêdikirin. Ji ber vê yekê, ew roj rojên xêr û bereketê bûn.”

 

ANHA/QAMIŞLO