Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Mazlum Heften bal kişande ser 71’emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan a Mehabadê û got, Komara Kurdistanê ji bo tifaq û yekîtiya hemû parçeyên Kurdistanê bû. 

Komara Kurdistanê 22’ê Çileya 1946’an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Qazî Mihemed hat damezrandin. Bi rasthatina 71.  Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Mazlum Heften got; “Divê ew xebat û têkoşîna ku Qazî Mihemed ji bo wan têkoşîn kir û di nivî de ma, em îro bigihînin serketinê.”

Mazlum Heften di dewama hevpeyvîna xwe de bal kişand ser giringiya tifaq û yekbûna gelê Kurd û got, ev yek ji wesiyetên herî sereke yên Qazî Mihemed û hemû kesên tevlî Komara Kurdistanê bûyî bû û îro li Rojavayê Kurdistanê ev wesiyeta Qazî Mihemed û endamên komarê pêk tê anîn.

Yekîtî derman e

Heften damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê wekî pêngaveke dîrokî û giring ji bo gelê Kurd nirxand û got, “Her çend ku Qazî Mihemed dizanî divê damezrandina Komara Kurdistanê tenê li parçeyekî sinordar nemîne, her wiha bawerî bi tifaqa giştî ya Kurd û yekbûna xaka Kurdistanê hebû jî, belê mixabin ev pêk nehat û ezmûn bi ser neket. 

Sedema yekem a serneketina komarê jî ew bû ku di nava hêz û xêlan de yekgirtinek nebû. Ya duyem jî komar li şûna pişta xwe bide gelê xwe, pişta xwe da hêzên biyanî û yek ji van jî weke tê zanîn Yekîtiya Sovyetê bû.”

Li ser îdîayên warisbûna vê komarê jî Mazlûm Heftenm dibêje,

“Her kes dizane kê dest ji piştgiriya Qazî Mihemed berda. Êdî her kes di dîrokê digehe. Rastî ev e ku divê her kes pêşî vê bizane ka çima Qazî Mihemed xebatek wiha kir. Diyar e ji bo yekgirtina Kurd û Kurdistanê. Ji bo yekîtiya neteweyî bû. Ew kesên îro dibêjin em şopdarên rêya Qazî Mihemed in, divê vêna di pratîkê de îsbat bikin. Îro her kes qala yekîtî û tifaqa gelê Kurd dike. Bi vê boneyê jî em dikarin bêjin ev rêbaza pêştir a nemir e.”

Komarek û ezmûneke demokratîk 

Mazlum Heften êşaret pê kir ku rengên cuda û eşîran tê de cih digirt û wiha dewam kir: “Her wiha di nava civakê de jî kesayetên cûr bi cûr tevlî bûbûn. Kesên ku têde xebat dikirin, tenê li ser baweriya yek parçeyê Kurdistanê xebat nedikir, ji bo tevahiya parçeyên Kurdistanê bû. Her wiha di dema komarê de ku her çendî wê demê hişmendiyeke mêrsalarî desthilat bû jî, lê roleke giring a jinê hebû. Her wiha em dikarin bibêjin ku dinava komarê de demokratîkbûn serdest bû.”

Dilsozê mîrateya Qazî bin  

Endamê Konseya Rêveber a KODAR’ê Mazlum Heften ji gelê Kurd û xelkê Rojhilata Kurdistanê xwest dilsozê mîrateya Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê bin û wiha dawî li gotinên xwe anî: „Ew destketiyên wan bi canê xwe afirandî, divê em bigihînin serketinê. Her wiha bigehînin neslê nû. Ji ber ku di wesiyetên pêşiyên me de qala wê tê kirin ku divê gelê Kurd pişta xwe bide hêza xwe. Her

Di dawiyê de jî ez dixwazim bibêjim ku mînaka me ya îro li ber çav li Rojavaya Kurdistanê heye. Bi taybetî di dema ragihandina kantonên Rojava 22’ê Çileya 2014’an de bû. Ev jî ji bo gelê Kurd vê peyamê dide ku li kîjan parçeyî dibin bila bibin, ti ferq nîne û wesiyeta herî li pêş a Qazî Mihemed jî ev bû.” 


 ROJNEWS / RANYA