AHMET KANBAL / MA/MÊRDÎN

Titûna Xursê li Kurdistanê tê naskirin. A niha ji bo cotkarakan wexta çinîna wê ye. Li gundê Xursê ya girêdayî navçeya Qoserê ya Mêrdînê, tê gotin 400 sal in li gund titûn tê çandin. Herêma Xursê bi xweşikiya xwe ya xwezayî jî tê zanîn. Xelkê Xursê debara xwe jî piranî bi titûnê dikin. Selahattîn Ornek behsa zehmetiya titûnê dike û dibêje: “Em heqê keda didinê dernaxin. Em karkeriya xwe hesab nakin. 8 meh em her roj dixebitin heke em karkeriya xwe jî hesab bikin tiştek namîne. Ji bo em neçin li bajarekî nexebitin em ji vî karê xwe re şikir dikin. Em li gundê xwe ne. Em bi însan û dostên xwe re ne. Ev ji bo me baş e. Belkî em dewlemend nabin lê em birçî jî namînin.”

Keda jinan

Hema bêje barê mezin ê vî karî li ser pişta jinan e. Bedîa Ornek a li nav erd titûnê berhev dikir destê xwe nîşanî min da û got: “Halê me Xursiyan a werrê ye. Wekî din karekî em bikin nîne. Navê me wek xwediyên titûnê derketiye. Karekî zor e. Ji bo em birçî nemînin vî karî dikin.”