Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk dest bi kampanya ‘Erdogan not welcome’ kir ku pê ji Erdoganê berê xwe dide Elmanyayê re bibêje, wey tu ne bi xêr hatî.
Di daxuyaniyê de êrişên rejîma Erdogan ên li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, dagirkirina Efrînê, êrişên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin bibîrxistin û îşaret bi bêdengiya hikûmet û saziyên navneteweyî hate kirin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Elmanya ku destekkirina Erdogan ê dîktator û faşîzma AKP-MHP têra wê nake, Erdogan ê dîktator dawetî Elmanyayê kiriye û bi vî rengî Erdogan ê ne rewa meşrû dike û derbê li wijdan û nirxên mirovahiyê dixe.”
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk 10’ê Tebaxê li Kolnê civiya û biryar da ku bi dirûşma ‘Erdogan not welcome’ dest bi kampanyayê bike.
Hate gotin ku di çarçoveya kampanyayê de 29’ê Îlonê li Berlînê wê meşeke girseyî bê lidarxistin. Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk wekî din da zanîn ku 25´ê Tebaxê wê ji bo organîzekirina çalakiyên kampanyayê weke bloka wekhevî û demokrasiyê ya li dijî Erdogan bicivin.
KOLN