Rêveberên Partiyên Çep ragihandin ku ew ê piştgiriya tam bidin çalakiyên protestoyî yên platforma ‘Tu bi xêr nehatî Erdogan’ yên li paytexta Elmayayê Berlînê ku di dema serdana Erdogan a Elmanyayê de 28’ê Îlonê tê lidarxistin.

Cara yekem piştî çend salan wê bi awayekî fermî dewleta Elman dîktatorê Tirk Recep Tayyîp Erdoganli Elmanyayê pêşwazî bike. Tevî ku muxalefet û raya giştî ya Elmanyayê li dijî vê yekê ne, Erdogan 28’ê Îlonê roja Înê wê li Berlînê be, ew ê bi xalîçeya sor bê pêşwazîkirin û şemiyê jî wê li Kolnê bi alîgirên xwe re bicive.

Ji bo protestokirina dîktatorê Tirk Erdogan, bi beşdariya gelek sazî û dezgehên di platforma “Tu bi xêr nehatî Erdogan” de dawiya hefteyê protesto wê bên lidarxistin. Herçî çalakiyên navendî ne, wê li Koln û Berlînê bi rê ve biçin.

Partiya Çep rêxistinên xwe seferber dike

Rêveberiya Partiya Çep (Die Linke) yek ji partiyên mezin muxalefetê, biryar da ku destekeke tam bide çalakiyên xwepêşandanî yên li dijî Erdogan ku wê li Berlîn û Kolnê bên lidarxistin. Partiya Çep biryara xwe destekkirina çalakiyan ji bo hemû rêxistin, sazî û dezgehên xwe re şandin û ji wan xwest ku bi girseyî beşdarî çalakiyan bibin. Partiyê bi giştî bang li endam û hilbijêrên xwe jî kir ku xwe ji çalakiyan nehêlin.

Nabe Elmanya bibe pişt ji Erdoganî re

Partiya Çep bi bîr xist ku li Tirkiyeyê hemû mafên demokratîk tên tinekirin û polîs êrişî xwepêşandanên aştiyane dike û wiha pêde çû: “Tevî ku li Tirkiyeyê siyaseta Erdogan her diçe dijwar dibe jî Wezîrê Karê Derve Heiko Maas dibêje; ‘Tirkiye yek ji hevkarê me yên herî baş e’. Bi vê yekê dewleta Elman weke çengekî rejîma Erdogan kar dike. Em vê napejirînin.”

Partiya Çep da xuyakirin ku divê hikûmeta federal a di bin serokwezîrtiya Merkel de di mijara demokrasî û mafê mirovan de bi berpirsyartiya xwe rabe, divê bi awayekî eşkere helwêsta xwe nîşanî Erdogan bide.

Li ser banga Platforma ‘Tu bi xêr nehatî Erdogan’ 28’ê Îlonê saet 16:00’an wê li Qada Postdamer Platz a Berlînê xwepêşandaneke girseyî bê kirin. Dema ku Erdogan li Kolnê vekirina mizgefteke DÎTÎB’ê bike jî wê saet 11:00’an li Meydana Deutzer Werftê wê xwepêşandana protestoyî hebe.

Muxalefet bû yek

Li dijî pêşwazîkirina fermî ya Erdgoan, muxalefeta ji hev dûr a Elman, hev digire. Liderê FDP’ê Christian Linder, hevserokên Keskan Annena Baerbock û Robert Habeck li pey hev daxuyanî dan. Serokê Koma Meclîsa Afd Alexander Gauland û Alice Weidel jî diyar kirin ku ew li gel Erdoganî rûnanin.

Ciwan li sînoran nasekinin

Endamê RJG-Bernê (Rêxistina Ciwanên Şoreşger-Bern), Piotr Makhno diyar kir ku nêzikbûna Merkel-Erdogan tê wateya dijminatiya li dijî gelê Kurd û banga beşdariya çalakiyên protestokirina Erdogan kir.

Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê diyar kirin ku ew her dem bi Tevgera Azadiyê ya Kurdan re ne û got, “Nêzîkbûna Merkel û Erdogan tê wateya dijminatiya li dijî gelê Kurd. Em ê li dijî êrişa li dijî gelê Kurd bin.

Qedexeyên dewleta Elmanyayê yên li dijî gelê Kurd tên zanîn. Hikûmeta Merkelê biryar da ku çalakiyên protestokirina Erdogan bên qedexekirin. Em vê qedexeyê nas nakin. Li dijî têkiliyên qirêj ên Merkel-Erdogan em ê bi gelê Kurd re bin û em ê pişta Kurdan bigirin. Ciwanên şoreşger divê qebûl nekin ku dîktator Erdogan were Elmanyayê. Ji ber vê jî divê em bi awayekî xurt tevlî van çalakiyên protestoyî bibin.”