Her salê nêzîkî milyonek tûrîst tên serdana wê. Weysil Qeranî li ser Rêya Hevrîşimê ya dîrokî û navnetewî hatiye avakirin. 3 taxên wê yên binavê Ataturk, Çay û Şêx Osman hene. Nifûsa wê 6 hezar û 790 kesin. Ji sala 90'an heta niha bajarok e. Gelek gundê wê ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin. Şêniyê Weysil Qeranî bi piranî aboriya xwe li ser çandînî, xwedîkirina ajalan û tûrîzmê dikin. Tirba Weysil Qeranî û Tirba Şêx Osman ji ber ku dibe qada ziyaretan çavkaniyek debarê ye. Li gel 20 salin bajarok e jî heta niha xizmeta av, kanalîzyon û rê nehatiye çareserkirin. Li bajarokê ku di hin taxan de qet şebekeya avê tune ye. Rê û kolanên herî û gola avê jiyana mirovan asteng dike. 


Bajarok mîna gund e
Weysil Qeranî ku statûya bajarokê ye, heta niha ji aliyê partîyên DYP, FP, AKP û DP ve dor bi dor hatiye birêvebirin. Weysil Qeranî hêj di rewşa xwe ya beriya 20 salan de ye. Li bajarokê heya niha hilbijartin tim li ser menfeatên eşîrî û kesayetî pêk hatiye. Gelê Weysil Qeranî vê sîstemê ji xwe re wekî zilm dibîne û di hilbijartinên xwecihî yên 2014'an de dixwaze êdî dengê xwe nedin partiyên sîstemê. Dixwazin êdî ji hemû pirsgirêkên xwe xilas bibin.

Kolan herî û av nîne

Şaredariya Weysil Qeranî ku di hilbijartinên 2009'an de ketibû destê DP'ê û piştî çend mehan dîsa wekî serdama 2004-2009'an derbasî AKP'ê bû, wekî şaredariyên serdemên din ji derd û kulên gel re, ji pirsgirêkên Weysil Qeranî re nebû bersiv û çareserî pêk neanî. Li bajarokê ji ber ku sîstema kanalîzasyon û binesaziyê baş nehatiye çêkirin, mirov ji bêhnan nikare derkeve derve. Di gelek cihên bajarokê de qirêjahiya kanalîzasyonê li devê kolan û rêyan dimîne. Rê û kolanên ku ji ber Şaredariya AKP'ê li ser nesekîniye bûne xirbende, bi ava ji derdor û malan tê û bi ava baranê dibe wekî golekî û tevî xwendekarên ku diçin dibistanê tu kes ji ber heriyê bi awayekî rehet nikarin bimeşin.

‘Kar nekirine û xwarine’

Xwendekarê Dibistana pêşîn a Veysel Karanî Umut Arıturk (12) ku diçe polan 6'an, bertek nîşanî rewşa rêyan da û wiha got: "Ev rê tev herî ye. Em nizanin ka çawa herin dibistanê. Pêlavên me jî li ber vê heriyê li ber nade, hema diqetin."
Behçet Surucu (39) yê di taxa Şêx Osman ya Weysil Qeranî de dimîne, ku kanalîzasyona taxê li ber mala wî di nava zeviyekê de hatiye berdan, got: "Kanalîzasyona Ziyaretê, li şûna li derveyî navendê, ji taxan dûr were berdan. Hayrettin Kinay ku ev 22 salin li Weysil Qeranî rûdinê, destnîşan kir ku 20 salin li Weysil Qeranî şaredarî heye û wiha axivî: "Lê Weysil Qeranî wekî gundekî jî xuya nake. Li bajarokê pirsgirêka ava vexwarinê heye. Li bajaroka me kêmasiya avê pir pirin. Zarokên me dema diçin dibistanê, di nav heriyê de diçin. Dema baran tê, ji ber rê nikarin herin dibistanê. Hal û wextê me li ber çavan e."
Nizam Kinay yê ji taxa Çayê jî bertek nîşanî şaredariyê da û got: "Li vir tu xizmet nayê kirin. Li vir kanalîzasyona me, binesaziya me tune ye. Ya din ava me jî tune ye, miletê me bê av e. Rêyên me tev toz û dûman in. Havînê bêhn dide."

DÎHA/SÊRT