Di bûyera şewitîn yan jî şewitandina Amed Ahmedê ji Efrînê li hepsa (JVA) Kleve Îlona par û piştre jî di encama birînên xwe  de mirina wî, zexta li ser Wezîrê Karên Hundir ê eyaleta NRW´yê Herbert Reul (ji CDU´yê) zêde dike. Heta niha Reul berpirsiyariya ji bo manîpulekirina agahiyan dixist stûyê Beşa Polîsê Taqîba Sûc yê Eyaletê yê Hamburgê (LKA- Hamburg). Ji ber vê manîpulekirina agahiyan, Amed Ahmed bêguneh heta mirina xwe li hepsa Kleve hatibû ragirtin. Bernameya »Monitor« a kanala dewletê ya yekê ARD´ê, pêr bi şev derxist holê ku ev îdîaya wezîr ne rast e.

Polîsê Kleve bi zanîn belge tehrîf kirin

Li gorî lêkolînên bernameyê, berpirsên sereke yên manîpulekirina agahiyên derbarê Amed Ahmed ê ji Efrînê de di stûyê polîsê eyaleta Westfalya Bakurê Renê (NRW) de ye. Li gorî »Monitor« agahiyên wî bi wî rengî hatine guhertin û manîpulekirin ku Amed Ahmed karibe di hepsê de bê girtin. Ew Tîrmeha 2018´an hatibû girtin û polîs îdîa kiribû ew hatiye girtin ji ber ku “Amed Amed”ekî ji Malî ye li Hamburgê polîs lê digera bi fermaneke girtinê. Lê di bernameyeke beriya niha de derketibû holê ku ev agahî wisa hatibûn manîpulekirin ku Amed Ahmedê ji Efrînê karibe bê girtin.

Guhertina agahiyan li Hamburgê çêbûbû, lê ji bo vê manîpulekirinê belgeyên ji polîsê Kleve hatibûn bikaranîn yan jî heta sedem. Di van belgeyan de belgeyên nasnameya Amed ê ji Efrînê û yê ji Malî hatine têkelhevkirin, tevî ku bi awayekî eşkere û zelal ew bi hev re nakok bûn: Di heman belgeyê de Amed hem gewr e û hem jî reş e.

Pispor Annette Brueckner vê yekê wiha şirove dike ji »Monitor« re: “Wisa xuya dike, weke ku Kleve xwestiye ji hevpîşeyên xwe yên li Hamburgê re bibêjin: ji me re wê fermana girtinê bişînin, ji bo vî kesê me girtî yê ji Sûrî ji me re lazim e, tevî ku dizanin ew ferman ji bo yê ji Maliyê ye.” Encama ew digihîjiyê, berpirsiyariya sereke û înîsiyatîf a NRW´yê ye.

Li Parlamena NRW´ê di demeke nêzîk de Komîsyona Lêkolînê ya li ser mijarê wê li şahidan guhdarî bike û ev agahiyên nû jî wê zexteke mezin li wezîr Reul bikin, lewma wî heta îdîa dikir ku ti gunehê NRW´yê di manîpulekirina belgeyan de nîne. Derbarê mijarê de li dijî kesên ji kuştina Amed Ahmed berpirsiyar de halê hazir lêpirsîna dozgeriyê dewam dike.

 KOLN