Ji ber ku der barê firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê de agahiyên şaş dane raya giştî ya Swêdî, Partiya Çep li dijî sê wezîrên Swêdî miracaetî Dîwana Bilind kir.

Li gorî nûçeya Mûrat Kûseyrî ji ANF´ê re çêkiriye, Lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt ragihandiye ku wan miracaet li dijî her sê wezîran kiriye.

Sjostedt got, ”Nabe ku çekên Swêdê li dijî Kurdan bên bikaranîn ku Dewleta Îslamê têk birin”. Wî wekî din got, van wezîran firotina çekan weke malzemeyên alîkariyê nîşan daye û raya giştî xapandiye.

Li ser navê Partiya Çep, Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig miracaet kir û xwest daxuyaniyên Wezîra Karên Derve Ann Linde, Wezîrê Koçberî û Edaletê Morgon Johansson û Wezîrê Karên Hundir Mikael Damberg ên li ser firotina çekan bên lêkolînkirin.

Li gorî statîstîkan ji raya giştî re hatin eşkerekirin, sala 2018’an bi buhayê 298.9 milyon kronî Swêdê çek firotine Tirkiyeyê. Wezîra Karên Derve Ann Linde û her du wezîrên din îdîa kiribû ku ev ne çek in, malzemeyên ji bo alîkariya lezgîn in.

Ji Partiya Çep Håkan Svennelig di miracaeta ji bo Dîwana Bilind de got, her sê wezîran bi daxuyaniyên xwe yên di televîzyon, radyo û rojnameyan de firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê veşartine û raya giştî xapandine.

Svennelig got, ”Berevajî gotinên wezîran, ne tenê malzemeyên alîkariyê û betanî firotine Tirkiyeyê. Ji ber ku ev nakevin kategoriya çekên cuda. Malzemeyên ji pola yên ku êlekên fîşek tê re naçin, tên çêkirin, bernameyên di şer de tên bikaranîn û malzemeyên bi vî rengî firotine Tirkiyeyê.”

Svennelig anî ziman, wêne hene ku nîşan didin qemyonên şîrketa Scanîayê ji aliyê dewleta Tirk ve di dema dagirkirina Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatine bikaranîn.

 

ANF/STOCKHOLM