Wezîrê Parastinê yê Dewletên yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) James Mattis piştî serdana xwe ya li Bexdayê doh çû Hewlêrê. Çav li rê ye ku li Hewlêrê bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtinan bike.

James Mattis li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyabû.

Ofîsa Heyder Ebadî piştî hevdîtina ligel Wezîrê Parastinê yê DYE’yê James Mattis daxuyaniyek belav kir û got; "Wezîrê Parastinê yê DYA’yê James Mattis ragihand ku welatê Emerîkayê ligel yek parçebûna xaka Iraqê ye. Hemû hewldanên ji bo parçekirina Iraqê û xirabkirina aramiya wê red dike."


Serxwebûn maf e Lê lîder divê jêhatî bin 

Doh dema wezîr çû Iraqê rojnameya navdar a Emerîkî New York Timesê jî edîtoriya xwe ji mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê re veqetand û got, "Diyarkirina Çarenûsê armancek e ku mirov dikare tê bigihe. Lê belê temê dengdayîna serxwebûnê bi tenê ne garantiyeke ji bo wê yekê ku dewleta bide der wê hukim bike bi edaletê û baş. Heger lîderên Gelê Kurd ji bo misogerkirina xebitîna saziyên demokratîk ên Kurdistanê bi xurtî hewl nedabin, misoger nekiribin ku aborî xurt be û desteka Iraqê û welatên din wernegirtibin beriya ku bi serê xwe gava xwe biavêjin, wê kêm xêra wan bide gelê Kurd." Bi vê yekê jî diyar dibe ku mijara serxwebûna Başûrê Kurdistanê û referandûmê ji bo DYE´yê mijareke li pêş e. 


HEWLÊR/NEW YOK