• Nivîskar Paul Iddon ji rojnameya Global Comment re li ser bêkêriya Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) beramberî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî nivîsî. Bi ser nivîsa “Ka çawa Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê xemsarî kir beramberî Kurdên Sûrî” ji xwe ji dest pêkê ve ya xwe dibêje.
Nivîskar dibêje, Kurdên Sûrî ji ber pandemiya Covid-19’ê wisa hîs dikin ku WHO’yê xiyanet li wan kiribe û ji bo vê jî gelek sedemên wan ên rewa hene; xasma piştî ku derket holê WHO’yê bi weqaya yekê ya kesê bi vîrusa koronayê ketî li Bakur û Rojhilatê Sûrî dizanîbû, lê Rêveberiya Xweser agahdar nekiribû. Yanî ew bûyera di dawiya Adarê de tê piştrastkirin li ser kesekî 53 salî yê bi vîrusê ketî û pê mirî, hîna nû 16 Nîsanê rayedarên Rêveberiya Xweser pê ilam dibin. Yê ku wan pê ilam jî dike ne WHO ye. Ji ber wê jî Rêveberiyê nekarî zanibe ka tevdîrên din pêwîst in yan na. Li gorî nivîskar “WHO ji bo ku dilê rejîma Esed xweş bike, yekser bi Kurdan re kar nake, û xwest hemû testên li herêmê hatine kirin ji Şamê re bên şandin.” Ew ne tenê WHO’yê weke rêxistin gunehbar dike, lê tevahiya Neteweyên Yekbûyî jî: “Ji bo ku rewş xirabtir bibe, Neteweyên Yekbûyî nehişt ekîpmanên tibî bikevin herêmê ji ber vetoyeke Çîn û Rûsyayê yên ku nûkirina biryara li ser gihandina alîkariyê di ser welatên cîran re. Di encamê de malzemeyên li kamyonan barkirî, li Iraqê asê man. Li Bakur û Rojhilatê Sûrî texmînî tenê 40 maekîneyên ji bo bêhnstendinê yên tibî hene ji bo serjimareke bi milyonan mirovê dikarin mexdûr bibin” Ew alîkariya di ser koalîsyona li dijî DAIŞ’ê kêm jî be bi bîr dixe û ji bo WHO’yê dibêje, “WHO’yê hezar û 200 kîtên testê şandin Sûrî tevî yên ku şandin Idliba di destê muxalefetê de. Lê yeka tenê jî neşand Bakur û Rojhilatê Sûrî.” Nivîskar birrîna avê ji ser herêmên Kurd bi destê çeteyên dewleta Tirk jî bi bîr dixe û her wiha qederê milyonek penaber û bêhtirî 10 hezar girtiyên DAIŞ`ê û piştre dibêje, “Gava ku WHO’yê agahdariya xwe ya derbarê şewbeka muhtemel a Covid-19’ê li herêmê veşart, wê esas xiyanet bi Kurdên li Sûrî re kir; ew jî bi awayekî heq WHO’yê ginehbar dikin ji ber felakteke muhtemel a insanî ya li herêmê.” Ew gotara xwe wiha bi dawî dike “WHO li ber rejîmên zalim çû secdeyê. Di rewşa Kurdistana Sûrî de wê belesebeb jiyana gelek mirovan kir xeterê bi nebûna şefafiya xwe. Wê ev kir ji bo ku dilê rejîmeke gunehkar e ji ber gelek sûcên li dijî mirovahiyê. Di vê rewşê de wê ne fikreke xavik be ku mirov bixwaze WHO ji binî ve û esasî bê reformkirin, heta ew bi temamî ji hev de bê xistin û ji nuqteya destpêkê ji nû ve bê avakirin.” NEW YORK