Peyva „wîjdan“ bi erebî ye û ketiye nav hemû zimanên Rojhilata Navîn. Her çendî di kurdî de peyva „pask“ û peyva „dilberz“ heman wateyî bidin jî, di cihê wan de wîjdan di nava gel de rûneniştiye, her kes peyva wîjdan bikartîne.

Wîjdan; tevahiya rawişta nîyet, tevger û nêzîkatî li kes û dijberan kirina mirovekî di naveroka xwe de werdigire. Hobûn, têgîhîştin û perwerdeya civakî û kesan jî di pîleya nirxandina sincî, ango wîjdanî de roleke giring dilîze. Wîjdan bûye mijara nirxandin û şiroveyên olî, felsefî, psikolojî, rawişt û mîstîzmê jî. 

Gelek awa nirxandin û şiroveyên wijdanê hene: Mînak "Wîjadan xwe li gor zanîn, nirxên civakî darezandin û wezinandin e." Li hemberê pêkhatin û dijberan bi awayekî bi wîjdan tevgerîn kemilandin û dadwerbûna mirovekî jî li ber çavan radixîne.

Dilovanî (pîyarî / merhamet) di hêla wateyê de gelek nêzîkê peyva wîjdanê ye. Bi giranî aliyê hestê mirov yê gunehê xwe bi kesan anîn, neheqiyan nepejirandin, li hemberê jaran bi rehm tevgerîn û mijara alîkarêwanbûnê werdigire.

Jiyana civakeke pêşketî û perwerdeyê di pîleya wîjdan û dilovaniyê de rolen girîng dilîzin. Heta ev rengê xwe di yasayan (zagon) de jî nîşan dide. Mînak: Di yasaya bingehîn ya Almanyayê de mijara reda yan jî dijderketina wîjdanî heye. Her ciwan dikane çûyina leşkeriyê red bike. Yasa wisa ye: Bend 4, paragraf 3 „Mafê tu kes û saziyê tune ku kesekî li dij wijdana wî wî bi kotekê têke bin çek û têke xizmeta şer.“  Lê li welatên wek Tirkiyê, yasayeke wiha cih bihêle, kesên helwesta xwe ya „wijdanî red“ nîşan didin, wek xayîn û nexweşên derûnî tên îlankirin û cezakirin.

Li welatên îslam mijara wîjdanê tenê li ser ziman û di kêliya lavakirinê de derdikeve pêş. Li gor îslaman şerîat li ser her tiştî re ye, tu merhemet û wîjdanî nasnake. Her kes û dîktatorên îslamî vê şerieta hovane û dijmirovî li gor xwe û berjewendiyê xwe şirove dike û bikartîne. Ango kes yan jî tevgerên îslamîst şerietê ji xwe re dikin palpişt û bi referensa wê xwînxwariya xwe dimeşînin. Rastiya hovitiya şerietê di vê gotinê de veşartiye. „Destê şeriet jêke naêşe!“ Dîsa kuştin, talan, destdirêjahî û hovitî jî bi navê xwedê tê kirin. Mînak wehşeta li keleha Heyberê û di dema Omer bîn Xetap de pêkhatî û ev cinawiriya bi destê Daîşê bûya bela serê mirovahiyê. Dema navê xwedê û fermana xwedê kete nava mijarê, yan jî kesekî bi navê xwedê û dîn tevgeriya, wîjdan û merhemet jî wenda dibe.

Serkarî û dîktatorên nijatperest ên qaşo her tişti ji bo netewe û gelê xwe dikin jî, her cûre hovitiyê bi yasa û fermanameyan rewa nîşan didin. Lê di bingehê xwe de ew tenê ji bo dîktatorya xwe û tewanên xwe veşartinê cinawirî û hovitiyên dijmirovî dadixin qada jiyanê. Di vê rewşê de jî tenê cihê fermannameyên wan û yasayên wan hene, wîjdan li ber tîna kotek û zulma wan dikeve, buxar dibe û wenda dibe.

Hin dîktator jî hem ol û hem mijara nijadê bikartînin. Xwerû jî ev dîktatorya RTE li ser herdu xalan rûniştiye. Yanê li aliyekê wê aliya bêwîjdan û bêmerhemetiya baweriya îslamî, li aliyê din jî qaşo ji bo siberoja „vatan, mîlet Sakarya“ wisa tevdigere, derdixe pêş. Lê di bingehê xwe de, hetanî ber qirikê ketine nava heriya sûc û tewanê, dixwazin bi kêmasî çend salan xwe biparêzin. 

Bi gotineke kurt û kurmancî ji bo wîjdan û merhemet jî bikane di nava civakê de roleke erênî bilîze, azadiya mirovî derkeve pêş, divê êdî ev dîktatorya bêwîjdan û bê merhemet, ku hemû karekterên mirovbûnê wendakirî, ji holê were rakirin. Lewre ne li wan wîjdan û merhemet heye, ne kesayetiya wan ji bo lihevkirin û pergaleke mirovî destdayî ye û ne jî ev şiyan li wan heye.