LUQMAN GULDIVÊ Wezîre Karê Hundir ê eyaleta Westfalya Bakurê Renê (NRW) Herbert Reul ê ji CDU’yê li Emmerichê çû serdana êvara mêvanan a CDU’yê. Ji ber ku şideta polêsan û dewletê ji ber tevgera Jiyana Mirovên Reş bi Qîmet e, kete ber rexneyên dijwar û ji ber bûyerên li Stuttgartê wî xebera xwe her bire ser rêzgirtina ji polêsan re. Li gorî RP-Onlineê, gava wî mînak nîşan da jî pesnê xwe pê da ka wî çawa mafên destûrî yên Kurdan bi qedexekirina xwepêşandanan binpêkirine. Reul eşkere dibêje ew dixwaze bêhtir polêsan li kolanan wezîfedar bike. Lewma jê re ji bo binpêkirina mafên destûrî yên Kurdan û welatiyên din wê gelek polîs lazim bin. Li gorî RP-Onlineê wî di dema axaftina xwe de gotiye, “Me bi sifir toleransê dest pê kir, gava hingê Kurdan li Dusseldorfê xwepêşandan kir [behsa 2016’an dike]. Li wir wan sîmbolên PKK’ê nîşan dan. Piştre, êdî xwepêşandan diviya bi dawî bibe. Em didin dûv her sûcî.” Daxuyaniya wezîr mikurhatina li sûc e Wezîrekî karê hundir ev qasî eşkere dikare pesnê xwe pê bide ku wî “sifir tolerans” nîşanî Kurdan daye û nehiştiye ku mafên xwe yên destûrî bi kar bînin. Bi ya min ev yek, mikurhatina li sûc e. Divê rêxistinên Kurdan ên ku hingê û piştre xwepêşandan organîze kirin, û mafên wan ên destûrî bi şideta polês hat binpêkirin, vê daxuyaniya wezîrê karê hundir ê NRW’yê bibin ber dadgehan; li Elmanyayê bersiv nebe jî, bi ya min ev doz dikarin biçin ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî. Wezîrê polêsan û binpêkerê mafên destûrî wa ye bi şiklekî li vê yekê mikur jî tê, Em ji vê û wê de jî dikarin ji wezîr bipirsin; polêsên te bi neheqî Amad Ahmad (Amed Ehmed) xistin hepsê, du mehan bi neheqî di hepsê de ma. Di nava şertên îro jî guman li ser, di hepsê de Amedê ji Efrînê yê 26 salî, yê ku ji ber tankên dewleta te revî û ruhê wî jî ne rehet bû, şewitî. Dawiya Îlona 2018’an Amed mir. Sîstema te, li hepsên tu jê berpirsiyar Amed mir, yan jî hat kuştin. Derket holê ku polêsên te yên ji girtina neheq ya Amed berpirsiyar in jî bi derewan hevdu parastine. Te çi kir? Tu çiqasî li welatiyan xwedî derketî, te çiqasî “sifir tolerans” nîşanî wan polêsan da ku ne yek û didu sûc lê bi dehan sûc li dijî insanekî kirin?