Gultekîn, da zanîn ku piştî KURDÎ-DER hat vekirin hem di aliyê zagonî û hiqûqî de astengî j wan re hat derxistin û bac ji wan hat stendin û hem jî her tim di bin çavdêriya polîsan de bû û polîsên li ber deriyê saziyê nobet digirt xwendekarên wan çavtirsandî dikirin.
28 şaxên KURDÎ-DER’ê hene
Gultekîn, li ser xebatên saziyê û rewşa wê ya niha jî rawestiya û wiha got: "Bi piranî mamosteyên teqawît xebatên saziyê meşandin. Saziyê di nava materyal tune de dest bi perwerdehiyêkir. Hin materyal hebûn lê materyalên ku têra waneyan hîndekariyê nedikir. Di nava demê de mamostên me hînkerên ziman amadekirin. Bi zaraweyê kurmancî û kirmanc kî amade kirin. Me bi navendekê dest pêkir. Lê îro 28 şaxê me hene. Dewleta tirkiyê 90 sala bi hemû hêza xwe aboriya xwe sazî û dezgehên xwe bi hemû derfetên xwe karên perwerdeyê dikin lê mixabin em asta wîya perwerdê li ber çavane. Karê ku em anha dikin nikarin ji daxwazan re bibi bersiv ev kar bi pişta komeleyek tenê nay meşandin. Komeleyêk bi serê xwe nikari jê re bibe bersiv. Niha nifîsa Amedê milyonek e, lê komeleyek tenê nikare bibe bersîva perwerdehiyê. Lazim bû tenê KurdÎ DER'ê karê perwerdehiyê neda ser milê xwe. Diviya bû me hemû sazî û dezgehên şaredarî partî û sîyasetmedarên têxistina nava kar û bar. Ger siyasetmedarên me hemû sazî têkelî vê karî bikiranan wê em bi wan pirsgirêkan re rûbirû ne bûyan."
'Keda Enstîtuya Kurdî mezin e'
Gultekîn li ser saziyên girêdayî TZP-Kurdî jî rawestiya û got: "Çavkaniya ziman Enstîtuya Kurdî ye. Keda wan gelek mezine. Di sala 2000'an de min perwerdeya xwe ya zimanê Kurdî li Enstîtuyê wergirt. Li seranserî welat nêzî 40 mamosteyî li wir perwerde wergirt. Piştî vê perwerdê me TZP sîwan avakir. TZP Kurdî piştî vê sivanê Enstîtuya Stenbolê vebû. Li Enqerê KurdDER hat vekirin. Piştî wî me Enstutîya Kurdî ya Amedê vekir. Enstutîya Stenbolê di warê materyal û wêjeyêde de xebat dikin. Enstutîya ya Amedê werger kovar û pirtûkan werger dikin, KURDÎ-DER'ê û KurdDER a Enqereyê karê hindekariyê dikir. Ji bo ku em li herderê belav bin me komîsyonê xwe avakir û şaxê xwe avakir û cihê ku şaxên me lê nîne komîsyonên me lê hene.
Gultekîn, daxuyand ku KURDÎ-DER biryar girt ku bi taybetî ji bo zaraveyê kirmanc kî xebatên xwede zêdetir bikin û wiha berdewam kir: "Ji ber ku ev zaravê me gelek başve mayê nivis nîne devokê wî zaraveyî gelek zêdene em di wî warê de xebatan dikin.
Ji bo hemû zimanê kêmaran perwerde dide
Gultekîn destnîşan kir bi zimanên gelên ku di herêmêde kêmarin ên derfetên wan nînin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin ji bo wan gelena jî perwerdê didin. Gultetîn, destnişan kir ku cih û polên wan têra xwendewanan nake ji ber wî diçin saziyan perwerde didin û got: "Perwerdê aboriyek gelek mezin dixweze. Em ji hemû saziyan re dibêjin cîhek amadekin ta ku em bikaribin perwerdê bidin. Ev karên ku em dikin ji perwerdeya gelekî re nabe bersiv. Dema ku me dest bi vî karî kir gel ev sazî wek saziyek îlegal didit ev bi demêre mehîya. Mamosteyên ku li vir perwerde didan piştî karê xwe di demê xweyê valada dihat perwerde dida di rojên betlanede jî ji sibê heta şev xebatên xwe dimeşandin.
7500 kesî perwerdehiya Kurdî dît
Gultekîn, destnişan kir ku li gel derfetên tune ji 2011'an teha 2013'an 7 hezar û 500 kesan di KURDÎ-DER'ê de perwerdeya xwe temam kirin û got: "Em salê 100 polan vedikin. Her polek me ji 30 40 kesî pêktên. Em anha di çar astande perwerdê didin. Asta mamosteyiyê asta çaremîne. Dema me destpêkir me tenê rêziman dida lê anha em di asta amadeyî û asta yekemînde hînbûna ziman di asta dûyemîn û sêyemîn û çaremîn de jî em rêziman, wêje û dîrok didin. Pirsgirêkê me yê din jî li gorî zagonên dewletê em tenê dikarin endamê xwe perwerde bikin. Ji ber vê yekê jî kesê tên perwerdehiyê divê berê bibin endam.
Gultekîn, daxuyand ku ji ber pirsgirêka aborî nikarin mamosteya li gel xwe bigrin û devlet jî li hemberî vê rewşê derfetên mastir û doktorayê didin mamosteyan û mamosteyan ji KURDÎ-DER'ê dide revandin. Gultekîn, da zanîn ku gelek mamostên wan ên teqawît hene û lê ji ber aboriyê nikarin mamostan li gel xwe bigrin.
Em nabin bersîv
Gultekîn balkişan ser jiyana ez ezî û kemasîyên ku kirine wîha vegot: "Girtina Akademîya Exmedê Xanî bîrastî birînek me ya kure heta em rastiyên xwe nebînin em nikarin karê xwe bi rêk û pek bikin. Girtina Akademiyê kêmasiya me bû, bê polîtîkaya me bû, nefikirîna me bû. Ji bo akademî bê avakirin gelek lêçûyîn çê bû, Di nava şert û mercên giranda hat damezrandin. Di warê ne bersiv bûnêde em hemû tewanbarin hemû sûcdarin. Me akademîkî vekir me got bila çapemeniyê de derkeve bila bêjin KURDÎ-DER'ê jî akademî vekirine. Ji ber vê yekê me naveroka wê danegirt. Ji bo em di vê rewşê derxin ana xebatên me henê xebatên me hîn jî didomin."
Divê em helwesteke hevbeş derxin pêş
Gultekîn anî ziman ku divê bi polîtîkayên hevbeş hemû sazî di nava hevkariydê derxin pêş ta ku bikaribin karê xwe bi rêk û pêk bikin. Gultekin, xwest dema saziyek Kurdan di warê ziman de tîştek got divê agahiya hemû saziyan hebin û wiha axivî: "Ji bo bikaribin helwestekî hevbeş derxin pêş lazim e hevpar tev bigerin. Li aliyê din jî divê dewlet ji bo perwerdehiya zimanê tirkî çi derfetan dide divê ji bo perwerdehiya hemû zimanan heman derfetan ava bike. Hem ji bo mamosteyan û hem jî ji bo metaryalan divê hemû lêçûn û aboriyê temîn bike. Ger ku şert û mercên teknîk û aborî ava bike em dikarin xwe bi xwe perwerdehiya xwe bidin."
'Em derfetên xwe birêxistin nakin'
Gultekîn, li ser derfetên heyî jî rawestiya û da zanîn ku ji ber ew derfetên xwe yên heyî bi rêxistin û plan bikar nînin li gorî dixwazin encamê bi dest naxin û got: "Li gorî derfetên ku ji mere tê danîn em tevnagerin. Ji mera akademî hat vekirin lê mixabin me naveroka wî baş danegirt. Sedema wê ya sereke bê polîtîkayî û rêxistinî bû. "
kGultekîn, li ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî KURDÎ-DER'ê jî rawestiya û wiha dawî li gotina xwe anî. "KURDÎ-DER her çendî fermî be jî di çavên rayedarên dewletê de hîn jî KURDÎ-DER wek saziyek îlegal tê xûya kirin. Em bi cudakariyêre rû bi rû nin. Em mafên xweyê ziman dixwazin ji bo wan em desturê di xwazin heya em destur digrin pir caran nay dayîn gelek zor û zehmetîyan dikşînin. Polîsan gelek caran ji malbatên xwendekarên mere dibê çima zarokên we diçin saziya KURDÎ-DER'ê li hemberî saziya me pêşdarazî heye."
DÎHA/AMED