
Bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî şiddeta li dij jinê de dixwazim trajediya keçeke Kurd a bi rêya dengbêj û stranbêjan heta roja me hatiye parve bikim.
Strana “Xalê Cemîl” a bi awaz û nefesa dengbêjê nemir, Hiseyinê Farê tê nasîn behsa vê trajediyê dike.
Di stranê de em fêr dibin ku navê jina mexdûr Werdem e û hîna zarok e.
Dibe ku ji ber statuya feodalî be, dibe ji be dewlemendiya kesê bi navê Cemîl be, yan ji ber îxtilaf an nakokiyekê be, Werdem a 14 salî li Cemîl ê 45 salî mehr dikin. Werdem a ji mijarê bêxeber kêliya dawî fêr dibe ku êdî bûye jina Cemîl ê jê re digot “xalo”. Lewra, hilbijartina navê stranê mîna, “Xalê Cemîl” ji bo têgihiştina trajediya Werdem a zarok a qurbana paşverûtî û kevneperestiyê civakê girîng e.
Encama zelal ew e ku Werdem jî mîna bi hezaran mînakan, dibê qurbana mêrê desthilat.
Di rastiyê de strana “Xalê Cemîl” îtîrafek e bi rêya wêjeya devkî; ew li çanda tecawizê û destavêtina zarokan a di bin navê mehr û destûra îslamî de mikur tê.
Tevî ku di stranê de diyar nabe jî tê gotin di dawiyê de Werdem a biçûk xwe dikuje. Strana “Xalê Cemîl” ji aliyekî ve jî mîna zêmareke li ser Werdemê ye.
Di stranê de wekî din diyar dibe ku piştî bi destûra bavê wê, Werdem li Cemîl hatiye mehr kirin û birine odeya wî ku Cemîl pê re raze, Werdem bi xwe dihise û xwe diavêjê tor û bextê wî, lewra dibêje, “Xalê Cemil tu mezin î (li) şûna bavê min î /Xalê Cemil tu (li) şûna Xale min î”
Stran mîna diyaloga di navbera Werdemê û Cemîl de hatiye hûnandin. Jixwe, gotinên stranê ji ber ku merama dengbêj an Werdema Mexdûr zelal rave dikin, têr û tije ne.
Du ferdayên stranê, beriya wê yekê ne ku Cemîl tecawizî Werdemê bike. Di stranê de du caran werdem bi daxwaziya “rabe” nîşan dide ku tam di kêliya ku Cemîl tecawizî wê dike de xwe diavêjê bextê wî.
Yekemîn beş, bêzarî û bêçaretiya Werdemê û daxwaziya merhematê ya ji Cemîlê di temenê bawê wê de ne û wiha laveyan jê dike:
Xalê cemîl ez gûne me
Lo lo xalê Cemîl min bi heyrano
tu extîyar î dîno ez gede me
Lo lo Xalê Cemîl emrê te çil û pênc e, ez çarde me
Lo lo Xalê Cemîl mal şewityo tuyê ji min ger(e), rabe!
Ez stuxwar û bêçare me
Xalê Cemîl mal şewityo
ez ne pariyê devê mirdarê fena te me
Xalê Cemîl ez gûne me
Beşa duyemîn a stranê bersiva Cemîl a ji bo laveyên Werdemê ye. Di vir de dengbêj mîna ku bêalî be cîh daye gotinên Cemîl. Bi şêwazekî wêjeyî, Cemîl dixwaze nîşan bide ku evîndarê Werdemê ye. Pesnê bedewiya Werdemê dide, dibêje ji bo şevekê pê re razê, bi mirina xwe jî razî ye. Bersiva Cemîl jî wiha hatiye ravekirin:
Xalê Cemîl digo lê lê Werdem Xanimê
sibe ye li min û diyarê Qerdîlekê
Lê lê Werdem Xanimê, min heyranê qam kinikê, lê meş werdekê
Wele tuyê guhê xwe mede qise û galegal-gotinên şeytan û fesadan û fesadiya xelkê
Bila xwedê û teala biqedîne miradê min û Werdem xanimê
Şevekê ji şevê payîzê heta şefeqê sibê
Bila wê çaxê li ser sîngê min peya be qasidê mîrata kor felekê
Beşa dawî ya stranê bi lavelava Werdemê didome ku dibêje “nebe sebeba qedera min”:
Lo lo Xalê Cemîl mal xirabo wele tuyê ji min ger(e) rabe
tu mezin î şûna xalê min î
Lo lo Xalê Cemîl tu mezin î şûna bavê min î
Lo lo Xalê Cemîl ez gede me mal xirabo wele tu mezin î
Lo lo Xalê Cemîl tuyê nebe sebeba lo lo qedera min î
Xalê Cemîl w’ez gûne me
Xalê Cemîl lo w’ez birîndar im w’ez birîndarê destê kesê kal im
Di rêzika dawî ya stranê de diyar dibe ku Cemîl dest avêtiye Werdema gede. Lewra Werdem qala birîndariya xwe ya ji “destê kesê kal” dike. Jixwe, piştî vê yekê li gorî rîwayetê Werdem xwe dikuje ku û strana wê heta roja me jî tê gotin.