Hunermend Xalê Ehmed pêr li bajarê Elmanyayê Ulmê di encama nexweşiyê de wefat kir. Xalê Ehmed 25ê adara sala 1937an de li bajarê Merdinê ji dayik bû.
Ew jî weke bi hezaran Kurdistaniyan ji ber xezeba dewleta Tirk neçar ma Kurdistanê biterikine û were li Ewrûpayê bi cih bibe.
Di destpêka avabûna Med TV de Xalê Ehmed gelek caran hat, bû mêvanê bernameyên çandê, bi taybetî jî yek ji mevanên sereke yê bernameya şevbiwêrkê ya Ozan Şemdin bû.
Xalê Ehmed ku navê wî di nasnamê de weke Ahmed Akdogan derbas dibe, beriya du salan ji ber nexweşiyê, li bajarê Elmanyayê Ulmê dest bi dermanbûnê kir.
Di 80 saliya xwe de pêr wefat kir. Cenazeyê Xalê Ehmed doh piştî merasîmekê şandin bajarê wî Mêrdinê, cihê ku lê ji dayik bûye.
NAVENDA NÛÇEYAN