Parastina xalî û berrên neqişkirî yên ji keja bizinan û hiriya pez a rengîn hatine çêkirin, ji girîngtirîn parçeyên kevnar û foloklorîk e ku dayikên Kurd li hemû herêmên Rojava diparêzin û hînî zarokên xwe jî dikin.
Dayikên gundê Qermanê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ku van parçeyên folklorîk diparêzin, nimûneya vê yekê ne. Dema mirov ji bajarê Dirbêsiyê ji aliyê rojava ve dide rê, piştî bi 3 kîlometroyan gundekî biçûk heye ku li ser rêya Serêkaniyê ye û hîna folklora Kurd li wir zindî ye û ji nifşekî derbasî yê dîtir bûye. Ha ve gund balê dikşîne ser xwe. Tişta zêde balkêş ew e ku dema mirov dikeve malên vî gundî, dibîne ku ew li ser berr û xaliyên kevin ên bi destên dayikên Kurd ji bo neqişkirina malên xwe çêkirine, rûniştine.
Şûna wan xaliyên makîneya
Dayîka bi navê Dilşa Dersîş a 52 salî ku dayîka 10 zarokan e, behsa girîngiya parastina çanda xaliyên çêkirina destan kir.
Dilşa Derwîş diyar kir ku ev bû 35 sal in, ew xaliyên xwe bi xwe çêdike û bi salan e ku li mala xwe radixe.
Derwîş destnîşan kir ku ew van xaliyan weke biranînên hunerî yên kevnar li cem xwe dihêlin û got: “Di vê demê de xaliyên ji keja bizinan û hiriya pez a rengîn hatine çêkirin, kêm di malan de tên dîtin û ew ji parçeyên cêwaz in.Lewma em wan diparêzin û di xemilandina malên xwe de bi kar tînin.Yên ku ev parçe li cem wan tên dîtin, wan weke bîranînên hunerî diparêzin. Xaliyên modern ên ku bi makîneyan tên çêkirine,şûna xaliyên folklorîk girtine."
Kedeke giranbiha û zehmet
Derbarê çawaniya çêkirina berr û xaliyên destan û alavên ku ew di çêkirina wan de bi kar tînin, Dilşa Derwîş got: "Dema ku ez 9 salî bûm, dayîka min xalî çêdikirin û min lê dinêrî. Piştî ku wan hiriya pez û keja bizinan dibirî, ew dişûşt û bi rengên cuda boyax dikir. Piştî ku ew li ber tavê zûha dikirin, ew bi teşiyê dirêsan û ta jê çêdikirin. Piştî bidawîkirina amadekirina tayan, dema çêkirina xaliyan bikaranîna alava nol destpê dikir. Dayika min di hefteyekê de çêkirina berrek diqedand. Lê berrên ku tê de zêde neqş û reng dihatin çêkirin, 2 hefteyan û zêdetir dirêj dikir. Jinên ku berr çêdikirin, ew li ber ronahiya hîvê û fanosê jî dixebitin."
RONAHÎ XELÎL / DIRBÊSIYÊ