MIHEMED HESEN / ROJNEWS / KOYE

 

Li navçeya Koyeyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê, Xana Lepzêrîn ji bo çanda Kurdî bûye navendek. Ji sedê 60’ê avahiyê bi berhemên jinan hatiye xemilandin.

Di avahiya çandê ya Lepzêrîn a li navçeya Koyeyê ya Hewlêrê de, bi qasî 1500 berhemên kevin ên çandî hatine bicihkirin. Ev avahî sala 2014’an hatiye çêkirin. Kesên dilsozên çanda xwe ne, ji bo vê navendê, berhemên kevin ên çanda Kurdî kom dikin.

Çanda giştî nasnameya neteweyekê dide nîşan. Di Xana Lepzêrîn de ji hezar û 500 berheman zêdetir berhem hene. Berhemên li xanê, dewlemendbûna çanda gelê Kurd û herêma Koyeyê dide nîşan. Herwiha nîşan dide ka çiqas Kurd bi çanda xwe ve girêdayî ne. Herwiha hemû tiştên li Xana Lepzêrîn bi dest hatine çêkirin.

Ji sedê 60’ê berheman bi destê jinan hatine çêkirin û neqişandin. Herî zêde xwendekarên beşên ziman û dîrokê yên zanîngehan serdana avahiya Lepzêrîn dikin. Herwiha geştyarên biyanî jî diçin serdana avahiyê.