Xwendekara mastirê ya beşa Hunerên Bedew a Akademiya Dewletê ya li Stuttgartê, Havîn Al-Sindy ya ji Başûrê Kurdistanê, li bajarê Esslingenê li parka Villa Merkel projeya xaniyê ji kerpîçê temam kir û li vî xaniyî tevî hunermendên din bi navê “Vehement”  berhemên xwe yên hunerî pêşan dan.

Li qata yekê ya galeriyê, Havîn wan resman nîşan dide ku di wan de ew endamên bedena dayika xwe xêz kirine ku xuya dikin. Ji bo karê xwe dibêje, “Ev karên gelekî şexsî ne, ku bi wan ez miamele dikim bi paşxana xwe ya çandî û serpêhatiya me ya penaberiyê re jî.”

Havîn beriya bi 17 salan ji Başûrê Kurdistanê berê xwe daye Elmanyayê û bi hunerê xwe û nexasim bi xaniyê ji kerpîç têkiliya hunerê xwe bi tecrûbeya penaberiyê re wiha rave dike: “Bi penaberiyê re mirov gelek tiştan di nava xwe de didiewisîne. Mirov êdî hin tiştan hew baş tîne bîra xwe. Lê min dixwest bînim bîra xwe. Mala bavê xwe ya li welatê min bînim bîra xwe.”

 

ESSLINGEN