Malên dîrokî yên li navçeya Qilebanê ya Şirnexê wekî dîrokî û çand û hûnera navçeyê ji ax û keviran hatî çekirin ber bi tunebûnê ve diçe. Ev xaniyên kevir ên bi heriyê hatine sewaxkirin û bi dehan salan heta roja îro hatiye, ji ber avahiyên bilind ên betonê bi tunebûnê ve rû bi rû ye. Li navçeya Qilebanê ku hezarî zêdetir xaniyên kevir ên bi axê hatibûn sewaxkirin hebûn lê di salên dawî de xwediyên malan hêdî hêdî xirab dikin da ku avahiyên bilind ên beton çêbikin.
Xaniyên ku temelê wê 4-5 metre kûr in, dîwar bi keviran sewaxa dîwarê jî hemû bi heriyê tê çêkirin. Serbanê xaniyê darên spîndarê ne. Demên berê ku ji bo çêkirina xaniyan jî bi awayek komîn dihate çêkirin. Ev çanda ku di nava kurdan de têkiliya gundiyan jî bi hev dida xurtkirin, jiyaneke komîn jî datanî holê.
Xanî tên xirakirin
Welatiyê bi navê Halît Urek yê 82 salî ye diyar kir ku çêkirina van xaniyan pir zor û zahmet bû lê ligel wê jî kêfxweşiyek, têkiliyek xurt a di nava malbatan de jî hebû. Urek anî ziman ku ji ber berê van xaniyan bi mehan bi alikariya hev çêdikirin, zehmetî dikişandin lê pir saxlem bûn jî. Urek destnîşan kir ku lê niha her kes van xaniyên xwe xira dikin, di cihê wan de avahiyên qat bi qat bilind çêdikin.
Urek derbirî ku ji ber ked û dîroka da û bapîrê wan di van xaniyan de ne ew naxwaze ji xaniyê xwe derkeve û ew ê xaniyê xwe xira neke. Urek destnîşan kir ku berê wan di malan de diciviyan û şevbiherkên xwe, bi dengbêjan şevên xwe derbas dikirin.
DÎHA/ŞIRNEX